Neteweyên Yekbûyî: Sala borî 89 hezar jin hatine kuştin

Neteweyên Yekbûyî ragihand ku sala borî li seranserê cîhanê 89 hezar jin hatine kuştin, nîvê wan ji aliyê hevjîn, bira, bav an jî endamên din ên malbata xwe ve hatine kuştin.

Navenda Nûçeyan- Ofîsa têkoşîna li dijî madeyên hişbir û sûcên li hemberî jinan a girêdayî  Neteweyên Yekbûyî, duh der barê lêkolînek nû de daxuyaniyek bi sernavê “Jinkujî: Di sala 2022’an de texmînên cîhanî yên sûcên hevjîn/malbatî yên li dijî jinan” belav kir û ragihand ku tevî kêmbûna rêjeya giştî ya sûcên kuştinê, kuştina jinan di sala 2022’an de pir zêde bûye û rêjeya herî zêde di nav 20 salên borî de hatiye tomarkirin.

Rojane zêdeyî 133 jin ji aliyê kesek ji malbatê ve tên kuştin

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser kuştina di nava malê de ku ji 89 hezar kuştinên jinan ên di cîhanê de, ji sedî 55 ango 48 hezar û 800 jin ji aliyê hevjîn yan jî endamên din ên malbata xwe ve hatine kuştin.

Her wiha di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku hejmarên hatine eşkerekirin diyar dikin ku mal û malbat ji bo jinan nebûne stargehek bi ewle ku bi giştî rojane zêdetirî 133 jin ji aliyê endamên malbata xwe ve tên kuştin. Bi giştî rojane zêdeyî 133 jin ji aliyê kesek ji malbatê ve tên kuştin. Di nava sala borî de li Efrîqayê 20 hezar jin, li Asyayê 18 hezar û 400 jin, li Emerîkayê 7 hezar û 900 jin, li Ewropayê 2 hezar û 300 jin, li Avustralyayê 200 jin ji aliyê hevjîn an jî endamên din ên malbata xwe ve hatine kuştin.

‘Daneyên bûyerên kuştina jinan metirsîdar in’

Rêveberê Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya li dijî Madeyên Hişbir û Tawanan Ghada Walî der barê metirsî û zêdebûna rêjeya kuştina jinan de diyar kir ku bîlançoya rêjeya kuştina jinan metirsîdar e û hişyariyek tund e ku mirovahî hîn jî bi newekhevî û tundiya li dijî jinan re rû bi rû ye.

Her wiha diyar kir ku divê hukûmet li çar aliyên cîhanê ji bo pêşxistina pergal û awayên bidawîkirina bêcezabûnê, hîn zêdetir ji bo parastin û ewlehiya jinan û alîkariya mexdûran û dadgehkirina navendek ji bo bi dawîkirina jinkujî û tundiya li ser jinan, bixebitin.