Serdogeriyê îtiraz li navê HEDEP’ê kir

Serdozgeriyê navê Partiya Çepên Kesk ku navê xwe weke HEDEP guhert, itiraz kir û xwest ku kurtenav were guherîn.

Navenda Nûçeyan - Serdozgeriyê navê Partiya Çepên Kesk ku guhert kir Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (HEDEP) îtiraz kir. Serdozgeriyê ku guhertin jê re hate ragihandin, bi hinceta ku kurtenavê HEDEP’ê dişibe Partiya Demokrasiyê ya Gelan (HADEP) a beriya niha hatiye girtin, navê wê qebûl nekir. Serdozgeriyê xwest ku kurtenavê HEDEP’ê were guherîn.

Rêveberiya HEDEP’ê piştî nivîsê guhertina kurtenavî û îtîraza li Dadgeha Bilind nîqaş kir. Li gorî agahiyên hatin bi dest xistin HEDEP dê biryara xwe piştî civîna bi hiqûqnasan re bide. Li bendê ne ku Berdevka HEDEP’ê Ayşegul Dogan têkildarî mijarê sibê daxuyaniyê bide.