‘Wekheviya di nava zayendan de bi rakirina zagonên cudakarî pêkan e’

Ji Weqfa Mafên Jinan a Misirê parêzer Jawaher Al-Taher destnîşan kir ku ji bo pêkanîna wekheviya zayendî divê qanûnên ku cudakariya zayendî pêş dixin bên rakirin û Destûra Bingehîn a wekhevîxwaz bê avakirin û ji bo vê balkişand li ser hevpariya kar.

ASMAA FATHI

Qahîre- Cudakarîya li ser bingeha zayendî di hemû qadên jiyanê de bi feraseta civaka baviksalarî û dewletê tê domandin. Weqfa Mafên Jinan a Misirê ku yek ji rêxistinên jinan e ku li dijî cudakariya zayendî têdikoşe, zêdeyî 20 sal in xebatên xwe dimeşîne. Rêvebera Bernameya Gihîştina Edaletê ya Weqfa Mafên Jinan a Misirê Parêzer Jawaher Al-Taher, têkildarî wekheviya zayendî çawa dikare bê pêkanîn û xebatên weqfê yên di vê mijarê de nirxand.

'Hişmendiya baviksalar bandorê li zagon û pêkanînan dike'

Jawaher Al-Taher balkişand li ser astengiyên li pêşiya wekheviya zayendî û diyar kir ku feraseta baviksalarî bandora xwe li ser zagon û pratîkên Misirê dike û got: “Li Misirê feraseta civakî ku jinê bi mêr biçûk dibîne, pêkanînên giştî, qanûn û hem jî nîşaneya cezayan jî di nav de gelek pirsgirêk hene. Destûra Bingehîn a Misrê behsa wekheviya li pêşberî qanûnê dike, lê qanûn zêdetir madeyên cihêkariyê dihewîne. Feraseta mêr jî fikra kesên hiqûqê dinivîsîne kontrol dike. Ji bo vê jî divê qanûnên ku piştgiriyê didin wekheviyê bên dîtin û ji bo guhertina metnên cudakarî xebat bên meşandin.”

'Em ji bo Komîsyona Cudakariyê di nava amedekariya pêşnûmeya qanûnê de ne’

Jawaher Al-Taher diyar kir ku wek Weqfa Mafên Jinan a Misirê ev demek e ji bo amadekirina gotarekê ku hemû pirsgirêkên di qanûn û qanûnên Misrê de dihewîne û hejmara qanûnên cihêkariyê ku piraniya wan di navbera jinan û mêran de rêz dike dixebitin. Jawaher Al-Taher dest nîşan kir ji sala 2014'an û vir ve ji bo avakirina Komîsyona Cûdakariyê ya di Destûra Bingehîn a Misirê de şert hatiye dayîn, pêşnûnemeya qanûnê amade dikin û got, "Me pêşnûme qanûnek ku ji 14 madeyan pêk tê jî amade kir. Em hêvî dikin ku endamên parlamentoyê ji bo di demek nêzîk de li ser be nîşan kirin, qebûl bike ku vê yekê pêşkêşî Komîsyona Zagonê bê kirin.”

'Em 20 sal in li ser Qanûna Rewşa Kesane dixebitin'

Jawaher Al-Taher diyar kir ku Weqfa Mafên Jinan a Misrê ji sala 2003’an ve bi kom û rêxistinên pîşeyî yên cuda re kar dike û dest nîşan kir ku li ser Qanûna Statûya Kesane pêşketinên cidî misogerkirine. Jawaher Al-Taher wiha axivî:

“Ev bîst sal in em li ser Qanûna Statûya Kesane dixebitin. Lê tenê par ji aliyê Wezareta Dadê ve komîteyek ji bo amadekirina qanûnek nû hat avakirin. Me dît agahiyên ku Wezîrê Dadê der barê naveroka qanûna ku dê were amadekirin de bi lêkolîna me re hevgirtî ye. Me pêşnûmeya qanûna ku amade kiribû, Wezareta Dadê, Serokatî, Serokwezîrtî û komiteya Meclîsa Neteweyî ya Jinan avakir jî di nav de ji bo hemû aliyên têkildar şand. Ji bo ketina Komîsyona Zagonsaz îmzeya parlamenteran pêwîst dike.”

'Em di mijara peymanên navneteweyî de agahdar dikin'

Jawaher Al-Taher destnîşan kir ku di Pêşnûmeya Qanûnê ku wan amade kirine de ji avakirina Komîsyona Cûdakariyê bigire heta rakirina daxistina cezayan ya  dadweran ji sûcdarên tundiyê gelek rêzikname hene û axaftina xwe wiha domand:

“Me li ser xala 14’emîn a Pêşnûmeya Qanûnê ya ku piştgirî dide avakirina Komîsyona Têkoşîna li Dijî Cudakariyê û xala 17’emîn a ku ji aliyê dadweran ve ji bo sûcdarên tundî, destavêtin û qetlîamên li dijî jinan daxistina teqdirê nû misoger dike, xebitin. Em li ser rakirina gotarên ku cudekarî dixin navbera jin û mêran de dixebitin. Her wiha em bi jinên li gundan dijîn û haya wan ji mafên xwe nîne re jî dixebitin. Em ji jinan re li ser peymanên navneteweyî û bi taybetî jî peymanên li ser rakirina her cure cudakariya li dijî jinan (CEDAW) agahdarî didin. Bi taybetî me bi xwendekarên jin û mêr ên  Fakulteya Hiqûqê û yên nû mezûnbûnê re, ji bo avakirina nifşek ku hay ji dadmendiya zayendî û peymanên navneteweyî heye xebat da meşandin. Her wiha em bi siyasetmedar û rayedaran re jî di nava hevkariyê de ne.”