‘Hîn bûna ziman, wek hilma azadiyê ye!

Mamoste Fatma Memo zimanê kurdî beriya şoreşê û piştî şoreşê nirxand û da zanîn ku gelek aliyan de şoreş pêk hat, yek ji wan şoreşan û bi serê xwe şoreşa ziman bi xwe bû.

RONAHÎ NÛDA

Qamişlo- Her netewek bi çand û zimanê xwe tê nasîn, yek ji wan netewan gelê kurd de ku bi salane rastî qirkirinê tê, ruxmê zehmetiyan gelê kurd bi israrek mezin karîbû zimanê xwe yê dayikê biparêze û li Bakur û Rojhilatê Sûriyê şoreşa ziman pêk bîne. Mamoste Fatma Memo ku mamosteya dibistana keçikan e, beriya şoreşê û bi şoreşa 19’ê Tirmehê re zor, zehmetî û serkeftina di qada perwerdehiyê de nirxand.

‘Bi zimanê xwe nexwendin jî tundiye’

Fatma Memo diyar kir ku ew di dema Rejîma Baasê de yek ji wan xwendevanan bû ku ji ber marşê Rejîma Baasê negotiye rastî tundiya Rejîmê hatiye û wiha got: “Dema tu bi zimanê xwe nexwînî, ew bi xwe zor û zehmetî ji mirovan re avadike. Ez dikarim mînakê xwe bêjim ku dema min dibistana Rejîmê dibistana navîn dixwand ji ber min marşê wan negot, min li ser çong û enişkan di qada dibistanê de bir û anîn. Ev ceza qed ji bala min naçe. Dema tu dibistanê dixwînî, tu perwerde dibî, lê Rejîma Baas bi rêbaza leşkertî dimeşand, bi taybet li dijî xwendevanên kurdan. Gelek zor û zehmetî hebû ku me nedikarî peyvek kurdî bêjin û li me didan. Ev bandorek mezin di asta derûnî de ji me re ava dikir.”

Di malan de veşartî kurdî dîdîtin

Fatma Memo destnîşan kir ku ji bo ku ew kurdî fêr bibin bi veşartî di mala xwe de zimanê kurdî dîdîtin û wiha domand: “Tundiya ku Rejîma Baas li ser me dimeşand, bi her awayî êrîşê me dikir. Ji bo ku desthilatdar gelekî qir bike, di riya perwerdeyê de qir dikir. Rejîm jî hewil dida herêmên Rojavayê Kurdistanê tune bike û her rêbazê bi kar dianî. Wek gelê kurd me di malan de xwe hînî zimanê kurdî dikir. Dayik û dapîrên me dema kurdî fêr dibûn, me jî xwe fêr dikir ku heta roja îro em hêza wê dijîn. Li hember van zehmetiyan em di nav têkoşîn û berxwedanê de ne. Em wek gelê Kurd berxwedêrin ku îro me karîbû şoreşek pêk bînin.”

‘Bi şoreşê re, şoreşa ziman jî pêk hat’

Fatma Memo da zanîn ku dema çirûska şoreşa 19 Tirmehê destpêkir, ji zarok heta mezinan bazdan dibistanan û dêriyên Rejîmê şikênandin û kirin cihê zimanê xwe yên dayikê û wiha dirêjî da gotina xwe: “Ew hesta ku me bi şoreşê re jiya, nayê vegotin. Ziman bi xwe şoreşek pêk anî, dema şoreş li ser van axan pêk hat û rejîm dev ji dibistanan berdan, ne tenê xwendevan mezin jî bazdan dibistanan û dêriyan şikênandin. Hestek neteweyî û welatparêziyê herkes jiya. Zarok pêşeroja me ne, loma me girîngî da perwerdekirinê. Coş, berxwedan û têkoşînek mezin di qada perwerdehiyê de hate dayîn. Em xwedî li zarokên xwe derketin û me dibistanan bê mamoste û xwendevan nehişt.”

‘Bingeha saxlem bi rêxistinkirina saxlem pêk tê’

Fatma Memo bi rêxsitinkirin û armanca qada perwerdeyê wiha dinirxîne: “Dema civak xwedî li zimanê xwe derdikeve, ew civak jî tê perwerdekirin. Dema civak perwerde dibe xwe, çand, ziman û doza xwe nasdike. Dema mirov xwe nasdike bandor li derdor jî dike. Di destpêkê de mifteya dêriyên dibistanan hatin şikênandin, paşê dibistan hatin bi rêxistin kirin û pergal hatin dayîn û me bi kelecanek mezin dest bi waneyan kir. Di gava destpêkê de me kêm dida, lê bi demê re hemû dibistan ketin destê me û pergala me jî berfirehtir bû. Niha gelek xwendevan û mamsoteyên me hene. Dema peymangeh hatin vekirin, em wek mamoste şev û roj me kar dikir. Roj em diçûn dibistanan me perwerde dida, piştî nîvro ji bo bi rêxistinkirina peymangehan kar dihat meşandin. Sekinandin li gel mamoste, gel û xwendevanan nînbû, ji ber bingeha saxlem bi rêxistinkirina saxlem pêk tê.”

‘Ji mirinê hebûna hate avakirin’

Fatma Memo pêşketin û serfkefinên ku di qada perwerdehiyê de bi dest xistine wiha anî ziman: “Li bajarê Qamişlo piranî dibistan di destê Rêveberiya Xweser de ye. Hemû pêkhate bi zimanê xwe dixwînin. Di navbera pergala Rejîma Baas û ya Rêveberiya Xweser de  ferqek mezin heye ku em bi yek zimanê tundî nakin, Rêveberiya Xweser dihêle ku hemû pêkhate bi zimanê xwe hînî zimanê xwe bibin. Dema her pêkhate bi zimanê xwe dixwîne, ziman jî pêş dikeve. Di gava destpêkê de seretayî paşê navîn, amadehî û peymangeh û zanîngeh heye. Ji mirinê hebûn hate avakirin ku xewin û xeyalên me pêk hatin. Em wek gelê kurd mirîbûn,  lê bi şoreş û destkeftiyan re ruh hate me. Asta ku em gihîştin, îro zanîngeha me heye û gelek kes ji zanîngeha me derdiçin. Dema em qala serkeftina xwe dikin, mirov bi kelecan dibe û ji kêfxweşiyê hêsir ji çavê me tê. Derçûna xwendevanan bi xwe serkeftinek mezin e. serkeftina herî mezin a ku hatiye avakirin avakirina dibistan, peymangeh û zanîngeh e. Kedek mezin hate dayîn û em bi hêvîne her mamoste û xwendevan xwedî li ked û xwîna şehîdan derkeve.”

‘Şoreşa 19’ê Tirmehê ji tunebûnê hebûn, ji mirinê ruh avakir’

Fatma Memo salvegea 19’ê Tirmehê pîroz kir û got ku ziman jî destkeftiya şoreşa Rojavayê Kurdistanê ye û wiha bi dawî kir: “Gelek aliyan de şoreş pêk hat, yek ji wan şoreşan û bi serê xwe şoreşa ziman bi xwe bû. Ziman jî dema tu dixwînî, weke hilma azadiyê ye. îro derûniya gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê rihete, ji ber bi zimanê xwe dixwîne, dinivîsîne û xwe îfade dike. Şoreşa 19’ê Tirmehê ruh û jiyanek nû ji civakê re avakir. Salvegera 19 Tirmehê nêz bû, em cardin salvegera şoreşa xwe silav dikin. Şoreşa 19 Tirmehê ji tunebûnê hebûn, ji mirinê ruh avakir. Em ê her di nav têkoşîn û berxwedanê bin û şopdarê şehîdan bin.”