Warê şûnwar û dîroka kevnar ê Efrînê: Şêrewa

Navçeya Şêrewa bi çiya, deşt, xweza û mezhebên xwe tê nasîn. Li herêma Efrînê Bakûr û Rojhilatê Sûriyê gelek cihên kevnar û dîrokî hene. Yek ji nişteciha navçeya Şêrewa Fehîma Îbiş wiha got: “Şêrewa bi xweza û çiyayên xwe tê nasîn.”

HESNA MIHEMED

Şehba- Navçeya Şêrewa wargeha şaristanî û kevnariyên Efrînê ye, li wir bi sedan şûnwarên arkeolojîk hene ku li pey hev hebûna bi dehan şaristaniyan li ser axa Efrînê nîşan dide û dîroka wê ji Mîtanî û Hûriyan dest pê dike û heya roja me yê îro berdewam kiriye. Kurd, Ereb, Misliman û Êzîdî li ser vê axê di bin banekî de kom dibin. Li aliya başûrê wê Kela Semaanê, li bakurê wê navenda bajarê Efrînê, li rojava navçeya Cendirêsê û li aliyê Rojhilat jî bajarê Helebê ye.

Navenda navçeyê bajarokê Basûtê ye û 42 gund girêdayî navçeya Şêrewa ne. Me jî di vê dosya xwe de hewilda cihên kevnar û dîrokî ya navçeya Şêrewa ya Herêma Efrînê bidin nasandin.

Navçe bi sê beşan hatiye dabeşkirin

Navçe li ser sê beşan ‘Cumê, Şêrewa û robar’ hatiye dabeşkirin û taybetmendiya wê bi hebûna xwezaya deşt û çiyayî ye. Beşa Cûmê bi xwezaya xwe ya deşt û çandinî, wek darên hinar û hemû cureyên fêkî û sebzeyan tê çandin. Çandinî yek ji karên serekeye ku ji aliyê gelê beşa Cûmê ve tê kirin. Ji ber ku li jêrzemîna Şêrewa û Robar xwezayeke çiyayî serdest e lewra gelê her du beşan xwe dispêre xwedîkirina sewalan. Li navçeyê bi deh hezaran pez, dewar hene û ev jî tê wateya ku navçeya Şêrewa ji aliyê şîr, mast û penir ve xwedî giringiyek mezin e.

Şêrewa tabloyek mozaîk ji mezheban e

Niştecihên vê navçeyê bi zaravên xwe ji gelê hemû navçeyên Efrînê cudatir in. Li vê navçeyê Kurd û Ereb dijîn. Li gundê Basûtê malbatên ji eşîra Omêrat hene. Li gundê Basûfan û Biyê jî ola Êzîdî li kêleka ola îslamî heye. Ji ber vê yekê navçe weke ‘Hevjiyana hevbeş’ bi nav dikin. Gelek çavkanî dibêjin ku xelkê gundên Çiyayê Lîlûnê heta sedsala borî hemû Êzîdî bûn, lê ji ber kiryarên asîmîlasyonê yên çandî yên ku ji aliyê hikumetên ku li Sûriyê bi rêve dibirin bûn misliman.

Cihên arkeolojîk û çiyayên pîroz

Li navçeyê bi hezaran şûnwarên girîng ên arkeolojîk hene ku yên herî girîng ji wan ‘Şikefta Duderiyê, perestgeha Endarê, gora Mamarûn û şûnwarên Xirêbê Şemsê.” Çavkaniyên van kevnariyan ji hev cuda ne. Gelê herêmê dibêjin dîroka wan vedigere serdema Romayê, lê nivîs û nîqaşên ku tên dîtin bi awayekî zelal behsa serdema Mîtaniyan û Zerdeştiyan dikin. Wek hebûna tawus, tava ku Mîtaniyan jê re îbadet dikirin û xaça hevsengiyê yê Mîtaniyan vê yekê nîşan didin.

Çîrok û navê şikefta Dûderê

Şikefta Dûderî ku li quntara Çiyayê Lîlûnê li ser gundê Birc Abdullad dikeve, dîroka wê vedigere nêzî 100 hezar salî. Di sala 1993'an de hestiyên zarokekî Neandertal hatin dîtin û niha li cîhanê tê zanîn û gelek kolandin ji aliyê mîsyonên biyanî û dîrokzanan ve hatin kirin. Şikefta Dûderî 15 Km dikeve li başûrê bajarê Efrînê. Dikeve rojhilat başûrê gundê Bircê û rojavayê gundê Beradê. 12 Km dikeve li aliyê Başûrê rojhilatê girê Endarê yê kevnar. Rûbera wê 2400 m2 ye.

Navê şikeftê yê rast DÛDER e. Ji (dû + der) pêk tê. Ev ne nêrînek tewşane ye, rastiya navê şikeftê ye. Di sedsalên 18 û 19’an de şivanên gundên çiyayê Lêlûn di demsalên zivistan û buharê de pezê xwe dibirin û derdora geliyê Dûderê diçêrandin. Bi şev pezê xwe di şikeftê de mexel dikirin. Hîngê serûberê çiyayê Lêlûn daristaneke ji darên xwezayî bû. Şivanan êzing kom dikirin û di şikeftê de agir pêdixistin. Di deriyê şikeftê re derdiket. Carinan bi roj jî agir tê de vêdixistin, dema ku gundiyan dû didîtin, digotin: ‘Ha ha dû ji şikeftê tê der.’ Ango şivanan agir di şikeftê de vêxistine. Ji hîngê ve navê şikeftê kirine şikefta Dûderê. Lê bi demê re navê şikeftê bûye Dûderiyê.

Piştî 18`ê Adara 2018`an Şikefta Dûderê

Di 18`ê Adara 2018`an de, dewleta Tirkiyeyê herêma Çiyayê Kurmênc – Efrîn dagir kir. Berî dagirkirinê deriyê şikefta Dûderê bi deriyekî hesinî û mezin hatibû parastin. Lê mirov dikarî di nav valahiyên wî derî de bikeve hindurê şikeftê. Piştî dagirkirina Efrînê ji aliyê dewleta Tirkiyê û çeteyên wê, deriyê şikeftê yê hesin jê kirin û birin firotin. Bi mabesta ku li tiştên şûnewarî digerin, serûberê hindurê şikeftê kolan û serûbinî hev kirin.

Endarê nasnameya Şêrewa ye

Perestgeha girê Endarê 50 K.M ji aliyê bakur rojavayî Helebê dûre û ji navenda bajarê Efrînê 3 Km ji aliyê başûrî ve dûre. Dirêjahiya gir nêzî 270 metreye, firehiya wê nêzî 170 metre ye û bilindahiya wê jî dighîne 30 metreyan. Gir bi sûrê ve dorpêçkiriye ev sûr ji çema Efrînê destpêdike û heya 300 metre di aliyên bakur û bakurî rojhilatê gir ve dirêj dibe û heta digihejê başûrî gir û pê re dibe yek. Di vê peresetgehê de lêkolînvanan di sala 1965'an de pereyên zêr, zîv û sifir ku vedigere gelek serdemên kevnar, di heman demê de peykerên xwedewandên Horî, Mîtanî, Hisî û Mîdî ku li çiyayên kurmênc re limêj dikirin hatin keşifkirin.

Navê Beradê ji ku derê hatiye?

Gundê Beradê dergûşa Xiristiyaniyê ye û tê de Qidîs Maron dijiyan. Ev gund li ser çiyayê Lêlûn başûrê rojhilatê bajara Efrînê ye 15 km dûr e û 40 km ji navenda bajara Helebê dûr e. Ew yek ji mezintirîn gundên kevnar e û dîroka avabûna wê vedigere sedsala duyemîn piştî zayînê û di sedsala sêyemîn de pêş ketiye. Di serdema Bîzansê de Beradê wek paytexta çiyayê Semanê dihat nasîn. Bi Berad ango Kefer Berad tê naskirin. Kefer jî bi zimanê Suryanî tê wateya gund, Berad jî tê wateya postevan.

Dêra Coliyanos (Julianus)

Di gund de du dêr û perestgeh tên dîtin. Dêra Julianus piştî dêra Semanê Amûdî li herêma Efrînê wek mezintirîn dêr tê pênasekirin. Dêra Coliyanos yek ji dêrên herî girîng û kevnar ên gundê Beradê tê hesibandin. Her wiha sêyemîn mezintirîn dêrên ku li Sûriyeyê tên dîtin e. Dirêjahiya wê digihîje 42 metre û firehbûna wê digihîje 22 metreyan. Ew ji aliyê endezyar Julianus ve PZ di sala 402ân de hatiye avakirin. Dêra din jî weke dêreke biçûk tê nasîn, ew dêreke biçûk a çargoşe ye, wê demê ev dêr bi stûnên perestgeheke pûtperestan hatiye avakirin û qada wê bi mozaîkan hatiye xemilandin. Zanyar Butler dibêje ku ev perestgeh di sedsala pêncan de hatiye zêdekirin û ew demek kin piştî dêra Juliyanus ve hatiye avakirin ku ji ber vê di hundirê wê de cenazeya kahînek bi navê Marmaron hatiye çêkirin. Her wiha bircek û stûnek ji bo îbatedê li vî gundî heye.

Hilweşandina şûnwarên Beradê

Piştî ku dewleta Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê bajarê Efrînê navçe û gundewrên wê dagikrir, di 18’ê Adara 2018’an de dest bi talankirin û wêrankririna şûnwar û dîroka Efrînê, kir. Yek ji wan şûnwaran jî şûnwarên gundê Baradê yên niha girêdayî navçeya Şêrewa ya kantona Efrîn Bakur û rojhilatê Sûriyeyê ye. Dewleta Tirk û çeteyên wê bi hedef girtina dîroka Efrînê dixwazin nasnameya wê bidin guhertin û ji bingeha wê bidin dûrxistin.

Taybetmendiyên Şêrewa

Yek ji nişteciha navçeya Şêrewayê Fehîma Îbiş der barê xwezaya Şêrewa û kevneşopiyên wê de wiha got: “Şêrewa bi xweza û çiyayên xwe tê nasîn. Her wiha bi baya xwe paqij bi nav û deng e. Ji ber ev navçeyek çiyayî ye û ji ber em di nava keviran de mezin bûne û me taybetmendiyên xwe jê girtiye ji gelê wê re dibêjin ser hişk. Em bi xwedîkirina ajalan û çêkirina berhemên şîr wek mast, penîr zêdetir tên nasîn. Li kêlek vê yekê gelê Şêrewa bi lixwekirina cil û bergên xwe, bapirên me lixwekirina şelweran û dayîkên me jî fistanên kurmancî heya niha parastin e. Di heman demê de jinên navçeya pîşeya dirûtinê jî dikin û bi vê yekê parastina çanda xwe dikin. Her wiha karê nava erdan jî dikin. Şêrewa heya niha li ser kok û xwezaya xwe mane û gel malbat û cîranên xwe ziyaret dikin. Hezkirin di nava gel de heye û tiştên xwe bi hevdu re parve dikin. Navê Şêrewa ji şêr hatiye. Li Şêrewa gelek cihên dîrokî û olî hene yek jê ziyareta Şêx Qeseb û Şêx Muhemed ku gel baweriya xwe pê tînin.”