'Jinan baweriya xwe ne bi darazê ne jî bi qereqolên naynîn'

Endama Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê Dîcle Sûmer, balkişand ku ji ber polîtîkayên bêcezatiyên di darazê de jinên rastî tundiyê tên, dev ji gilîkirinê berdidin û wiha got: “Jinan baweriya xwe ne bi darazê ne jî ni qereqolên diçin, naynîn.”

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed- Li gorî çeteya tundiyê ya JINNEWS'ê amadekirin, di 6 mehên ewil ên sala 2023'an de 150 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin û 89 jin jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan. Ji ber erdhejên 6’ê Şibatê li 10 bajaran edliyê 2 meh hatin girtin, mekanîzmayên pêşî girtina tundiyê jî hatin sekînandin.

Li Amedê di nava meha dawî de 4 jin hatin qetilkirin. Ji Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê ku dosyayên jinên tên qetilkirin bi dilxwazî dişopîne re, di navbera mehên Çilê-Hezîranê de 14 giliyên tundiyê hatin bikaranîn. Endama Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê Parêzer Dîcle Sûmer, diyar kir ku jin ji ber polîtîkaya bêcezatiyê baweriya xwe bi darazê naynin û ji ber vê yekê ji pêvajoyên serlêdan û darizandinê dûr dikevin.

'Gihandina jinan a edaletê bû ne pêkan’

Dîcle Sûmer bal kişand ku bi betalkirina Peymana Stenbolê re tundiya li dijî jinan zêdetir bûye. Dîcle Sûmer, diyar kir ku jina ku rastî tundiyê tê biryara durxistina 2 mehan jî bi awayekî pir zehmet digrin û wiha got: “Gihandina jinan a edaletê bû ne pêkan.”

'Jinan ji ber bêcezatiyê dev jî gilî kirinê berdidin’

Dîcle Sûmer, da zanîn ji ber erdhejê edliyeyê 2 meh girtî mane, nikarin giliyan bigrin, diyar kir ku di serlêdanan de li gorî mehên din zêdebûnek hatiye jiyîn û ev nirxandinan kir:

“Mixabin jinan di nava pêvajoya 2 mehan de ji mekanîzmayên pêşîgirtina tundiyê dûr man an jî nekarin dengênxwe derxin. Em jî di pêvajoya du mehan de nekarîn tevlî vê pêvajoya jinan bibin. Di vê pêvajoyê de qereqol vekirî bûn, lê mixabin piraniya jinan di gihandina edaletê de zehmetiyan dijîn. Jinan ji ber fikara herin qareqolê û ji bo vegerînin malen xwe an jî ji ber polîtîkaya bêcezatiyê ya ji bo kiryar tê bikaranîn, tevî tundiya rû bi rû dimînin, dev jî gilî kirinê berdidin.”

'Em polîtîkaya bêcezatiyê di her dosyayê de dibînin'

Dîcle Sûmer dest nîşan kir ji ber polîtîkaya 'mêr' a darazê dimeşîn e, di gihandina edaletê ya jinan de pirsgirêkên cidî hene û bal kişand tevî serlêdanên li wan tên kirin kêmin jî, dema tundî di hejmaran de nîşan dibe hin zêdetir e. Dîcle Sûmer wiha axivî:

“Di vê zêdebûnê de rola herî mezin jî helbet polîtîkaya bêcezatiyê ya ji bo kiryaran tê bikaranîn e. Ji kiryaran re cezayên sembolîk tên dayîn û daxistina 'tehrîqa neheq' an jî 'tevgera baş' tê kirin, baweriya jinan a bi darazê tune dibe. Ev yek jî dibe sedem gelek jinên ku rastî tundiyê hatine di birina tecrubeyên xwe ya dadgehê zehmetî bijîni. Em îro di her dosyayê de polîtikaya bêcezatiyê dibînin. Kiryarên ku jin qetil dikin, piştî rojan tên girtin an jî der barê wan de biryara girtinê tê dayîn. Wek me hemûyan kesên kiryar jî di ferqa vê polîtîlayên de û bi awayekî xwezayî xwe dispêrin hêza hiqûqê. Ji ber vê hêza ku aligirê kiryaran e, di gihandina edaletê ya jinan de zehmetiyên mezin tên jiyîn.”

'Biryarên durxistina 6 mehan daket 2 mehan'

Dîcle Sûmer, diyar kir qanûna bi hejmara 6284'an a ku wan bi betalkirina Peymana Stenbolê jê re digotin "têrker e" qet nehat pêkanîn û hate gotin biryar li gorî berê kêmtir tên girtin. Dîcle Sûmer, diyar kir li hemberî tundiya li ser jinê ku roj bi roj zêde dibe tedbîrên têrker nayên girtin û wiha axivî: “Bi van polîtîkayan tê plankirin ku gihandina jinan a edaletê nepêkan be. Biryarên durxistinê daxistin 2 mehan, em biryara ku divê di 6 mehan de bê dayîn, ji bo 2 mehan digrin. Di rastiyê de dema ku li qanûn tê nêrtin, “hebûna metirsiya tundiyê” jî wekî delîl têrker tê dîtin, lê dadger ji me delîlên şenbêr dixwazin. Mixabin di vê wateyê de daraz bi tu awayî guh nade jinan. Kiryar jî bi zanebûne vê bi gotina 'dê tiştek neyê serê min” tevger dikin.”

'Daraz ji bo cezakirinê, tundiya li ser jinê têrker nabîn e’

Dîcle Sûmer, diyar kir daraz di gelek dozan de tundiya li ser jinan têrker nabîne ku kiryar ceza bike û wiha got: “Li gorî wan ji bo kiryar bê cezakirin divê jin were qetilkirin. Herçiqas şandina peyamek ya ji bo jinek jî wek tundî tê pênasekirin jî dadgeran tundiya fizîkî ya tê jiyîn gelekî normal pênase dikin. Ev yek baweriya jinan a bi darazê tune dike. Jinan niha baweriya xwe bi darazê ne jî bi qereqolên ku diçin tînin.”

Dîcle Sûmer diyar kir ku ew ê li dijî van polîtîkayan her tim li kêleka jinan bin û piştgiriyê bidin wan û wiha axivî: "Em ê xebatên xwe yên ji bo pêkanîna qanûn û mekanîzmayên heyî yên têkildarî qetlîamên jinan û tundiya li ser jinê berdewam bikin.”