Weke amûrek şerê taybet a li hemberî jinan: Tundiya dîjîtal

Piştî derketina înternetê pêşketinên teknolojîk ku ji civaka roja îro re ‘cîhana dîjîtal’ pêşkêş kiriye; di ‘medyaya dîjîtal’ de jin bi şêvazek tundiyê ya nû re rû bi rû dimînin.

NEWRA DENÎZ

Tundî weke amûreke ku ji destpêka dîroka mirovahiyê ve heye û her car rengê xwe diguherîne. Carna ji aliyê kesan ve, carna ji aliyê girseyan ve, carna jî ji aliyê dewletan ve lê her dem ji aliyê zîhniyeta serdest a mêr ve tê meşandin. Tundî têgehek e ku bi salên derbasbûyî re di dîroka mirovahiyê de wek paralel guhertinan dide çêkirin. Desthilatdarî bi zextên mekanîzmayên xwedî dewlet, desteserkirina mafan û bêparkirina ewlekarî û azadiyê tê pênasekirin. Sîstema baviksalar a dewletê her dem tundiyê wek amîrek bi kar aniye. Niha jî tundî bi riya medyaya dîjîtal bi gelek şêweyan li dijî jinan tê kirin û yên vê dikin jî mêr in.

Bi amûrên medyaya nû re ku şûna medyaya berê digre, înternet bûye yek ji îcadên girîng. Îcadkirina Înternetê û pêşketinên teknolojîk ên pê re jîngeheke nû ya "cîhana dîjîtal" pêşkêşî civaka îro kir.

Di bingeha şîdeta dîjîtal de newekheviya zayendî heye

Em dikarin bi kurtî tundiya dîjîtal weke hemû kiryarên ku bi riya sepanên medyaya civakî tên kirin weke gef, dijûn, heqaret, peyamên naveroka zayendî, destwerdana li cihê taybet ê kesek û kiryarên ku dibin sedem mirov xwe di ewlehiyê de hîs nekin pênase bikin.

Pîvana derûnî ya vê pênaseyê pir kûrtir û girantir e. Bingeha tundiya dîjîtal di newekheviya zayendî de ye û zîhniyeta dewleta serdest a mêr tundiyê li her qadê belav dike û ji bo hebûna xwe weke amûrekê bi kar tîne. Pêşkêşkirina bedenên îdealîzekirî di medyayê de bi navgîniya bandorker, navdar û modelên xwedan taybetmendiyên bedenî yên standardkirî dikare hem ji hêla bedenî ve hem jî ji hêla derûnî ve bandorek neyînî li mirovan bike.

Amûrên medyaya dîjîtal di vê guherînê de roleke girîng dilîzin. Di medyaya dîjîtal de tê destnîşankirin ku hebûna bedenên bêkêmasî xwezayî ye, bi taybetî li ser Facebook û Instagram, medyaya dîjîtal bedenên ku bi emeliyata estetîk hatine çêkirin rewa dike. Dema vê dike jî hem ji bo jin hem jî ji bo mêr qalibên laş dide diyarkirin; tê xwestin ku hemû mirov bikevin nava vê qalibê.  Di roja me ya îro de nêrîna kapîtalîzmê ya xweşikbûnê ji bo jinan di asteke sosret de ye. Bi taybetî jinên ku di sepanên medyaya dîjîtal de xwe di bin çavan de hîs dikin, xwe mecbûr dibînin ku li gorî pîvanên bedewiyê tevbigerin. Medyaya dîjîtal têgihîştina bedewiyê standart dike û daxwaza bedena yek tîp roj bi roj zêde dike.

Divê tundiya dîjîtal weke pirsgirêkek cidî were destgirtin

Hewldana ji bo bedenên bi qisûr li ser jinan dibe sedema gelek zextên derûnî û civakî. Jinên ku ji bo bedenên xweşik di medyayê de bên pêşkêşkirin divê timî hewl bidin, di riya gihîştina bedena îdeal de ji bedena xwe dûr dikevin. Gelek pêşniyarên ku di bin navê 'peyamên erênî' de tên dayîn û gelek rêgezên ku tên şopandin dema li ser bedena xwe îdealek nerast dişopînin her ku diçe dibe sedem ku jin bi pirsgirêkên derûnî re rû bi rû bimînin. Dema di  warî tecrubeyên şîdetê yên jinan û bandora van tecrubeyên ku zirarê dane li ber çavan bên girtin divê tundiya dijîtal weke pirsgirêkeke cidî bê dîtin û lêkolîn bên kirin. Pêwîst e tundiya dîjîtal a ku jin pê re rû bi rû ne, were naskirin, sedemên wê werin lêkolînkirin û her dem were teqezkirin ku jin çawa bi vê tundiya dijîtal re rûbirû dimînin li ber xwe bidin. Bi xurtkirina qadên têkoşînê re wê êrîşên di vî warî de bikaribin bên pûçkirin.