Çalakvana Libyayî: Divê zagonên ku pêşî li êrîşan bigrin werin derxistin

Wafa Hadiya Al-Sharif diyar kir ku jinên Libyayê di beşdarbûna xebatên aborî, siyasî û civakî de hê jî di asteke baş de nîn in û got: “Divê zagonên ‘rast’ ên jinan biparêzin werin formulekirin. Ev zagon dê pêşî li erişên malbatan, yên civakê bigin.”

HINDIYA AL-ASHEPY

Libya –Di encama pêvajoyeke bi desthilatdariyên ji Tûnisê dest pê kirin, li Cezayîr, Lubnan û Libyayê çêbûn û bi ‘Navê Bihara Ereb’ hatin pênasekirin de; di demek kurt de diyar bû ku bihara gelan nîn in. Di 17’ê Sibata 2011’an de li dijî çalakiyên gel ên ku li bajarê Bingazî yê Libyayê dest pê kirin, hêzên ewlehiyê yên girêdayî lîderê Libyayê wê demê Muamer Qedafî guleyan li ser girseyên gel reşandin. Hinek kesên di nava artêşê û hikumetê de li ba gel cihê xwe girtin û serhildan li bajarên Misrata, Zintan û Zaviyeyê çêbûn. Herî dawî jî di dema serhildanan paytext Trabusê ket destên gel. Muamer Qedafî yê ku 42 sal li Libyayê desthilatdar bû, 20’ê Cotmeha 2011'an li Sirteyê hat kuştin. 3 roj paşê jî Konseya Derbasbûna Neteweyî ya Libyayê, 'Roja serxwebûnê' îlan kir. Serhildanên ku çêbûn jî piştî 8 meh û 6 rojan bi dawî bûn.

Aktivîst û perwerdekar Wafa Hadiya Al-Sharif, li ser pêvajoya ku di 17’ê Sibata 2011’an de çêbû û weke 'Şoreşa Libyayê' hat binavkirin û piştî wê di warê aborî, siyasî û civakî de beşdariya jinan de nirxandinan kir.

‘Jinan bi şoreşê serkeftinên mezin bi dest xistin’

Wafa Hadiya Al-Sharif, bi bîr xist ku jin bi awayeke çalak beşdarî çalakiyên dema şoreşê bûne û got ku bi wan re mêran jî çalakiyan domandine. Wafa Hadiya Al-Sharif, diyar kir ku jin bi şoreşê re bûne xwedî gelek destkeftiyan lê tevî ku 13 sal di ser şoreşê re derbas bûne jî jin hê di jiyana siyasî, aborî û civakî de hê jî xwedî asteke baş nîn in û wiha got: "Bi şoreşê re jinan destkeftiyên mezin bi dest xistin. Di sazî û dezgehên civaka sivîl de xebitîn. Ji bo mafên xwe di warê siyasî û aborî de bi hêz bûn. Em dikarin bibêjin ku îro li Libyayê saziyên sivîl ji aliyê jinan ve tên birêvebirin.”

‘Di pêvajoyên çareseriyê de jin xwedî rolên girîng in’

Wafa Hadiya Al-Sharif, behsa rola jinan a di pêvajoyên aştiyê de kir û got ku gelek caran di pevçûnên di navbera eşîran de, jinan ji bo aştiyê bang kirine û diyar kir ku tevî vê yekê jî beşdariya jinan a ji bo diyalogên neteweyî bi qasî dixwazin nîn e û wiha domand: “Ez di wê baweriyê de me ku dema jin beşdarî hevdîtinên ji bo aştiyê bibin dê ew pêvajo zêdetir serkeftî û domdar bin. Di çareseriya pevçûnên çekdar ên li başûrê Libyayê de, roleke girîn a jinan heye.

Bi vê ve girêdayî bi hewldanên femînîst hewldanên ji bo aştiyê dest pê kirin. Em dibînin ku piştî şoreşê bi taybetî ji ber hebûna komên tundrew, em dibînin ku jin xwe di ewlehiyê de nabînin. Ez bi xwe jî di dema xebatên ji bo aştiyê de dibînim ku carna hestên ewlehiyê bi min re namînin. Divê zagonên ‘rast’ ên ku jinan biparêzin û hestên ewlehiyê bi wan re zêde bikin werin formulekirin. Ev zagon, divê jinan hem ji êrîşên malbatê hem jî ji yên civakê biparêze û di nava xwe de cezayên ku pêşî li van sûcan bigre bihewîne.”