'Rewşa li Nexweşxaneya Zayînê ya li Xezayê trajîk e’

NY’ê destnîşan kir ku rewşa li Nexweşxaneya Zayînê ya Mîreketiyên Ereban a li Xezayê trajîk e, diyar kir jinên ducanî û pitikên nûbûyî di bin şert û mercên zehmet de de ne û piraniya dayik û bavên zarokên di kuvezan de yan mirine yan jî winda ne.

Navenda Nûçeyan- Neteweyên Yekbûyî (NY), bal kişand ser rewşa jinên ducanî û pitikên nû ji dayik bûne li Nexweşxaneya Zayînê ya Mîreketiyên Ereban ya li bajarê Refahê li başûrê Zîvala Xezayê dimînin.

Di nûçeya malpera "UN News Arabic" ya NY’ê de, serdana ekîba Fona Nifûsê ya NY’ê ya ji bo  Nexweşxaneya Zayînê ya Mîrektiyên Ereban û çavdariyên wan cih girt. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku rewşa nexweşên li nexweşxaneya Mîrektiyên Ereban ku yek ji nexweşxaneyên welidînê ya herî dawî ya li Xezayê ye, trajîk e û diyar kir ger jinên ducanî ji ber êrîş, bombe, nexweşî û birçîbûnê jiyana xwe ji dest nedin jî dibe ku di dema welidandinê de jiyana xwe ji dest bidin.

Zayîna berî dema xwe

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku piraniya jinên ducanî ji ber tirs û fikarên dijîn di mehên 7 an jî 8’an de zarokên xwe beriya dema zayînê tînin û hat destnîşankirin di nava mercên bi enfeksiyon û komplîkasyonan de jiyana zarokên nû ji dayik bûne gelek zehmet e û piraniya wan jî jiyana xwe ji dest didin.

Dayik û bavên piraniya pitikan an mirine yan jî winda ne

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku kuvezên nexweşxaneyê tijî zarok in û hat destnîşankirin ku di 20 kuvezan de 77 zarokên nû ji dayik bûne hene û ev yek jî jiyana pitikan dixe nava xeterê. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin piraniya dayik û bavên zarokên di kuvezan de jiyana xwe ji dest dane yan mirine yan jî winda ne.

Di êrîşên ku Îsraîl ji 7’ê Cotmehê vir ve li dijî Zîvala Xezeyê didomîne de herî kêm 12 hezar û 300 jê zarok û 8 hezar û 400 jê jin bi giştî 28 hezar û 663 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dan.