‘Dewleta Tirk pêşengên şerê li dijî DAIŞ’ê hedef digre’

Berdevka Kongra Star Rihan Loqo bal kişand êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî Federasyona Gaziyan û got: “Kesên li hember DAIŞ’ê şer kirin û têk birin, dewleta tirk wan hedef girt. Bi êrîşkirina xwe xwest tola DAIŞ’ê bistîne.”

RONAHÎ NÛDA

Qamişlo - Dewleta tirk di 11’ê Sibatê de bi balafirên bê mirov êrîşî avahiya Federasyona Gaziyan kir û di encamê de du gaziyên jin ên bi navê Sorxwîn Rojhilat û Azadî Dêrik jiyana xwe ji dest dan. Her wiha di êrîşan de wesayîdên gel hatin hedefgirtin. Dewleta tirk sûcan li dijî gel pêk tîne û cîhan li hemberî van êrîşan bêdeng e.

Têkildarî êrîşên dewleta tirk Berdevka Kongra Star, Rihan Loqo ji ajansa me re axivî.

‘Êrîş tu carî nesekinîne’

Rihan Loqo di serî de êrîşên dewleta tirk şermezar kir û got: “Em di serî de weke rêxistina jinan Kongra Star, êrîşên dewleta tirk ên dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar dikin û bêdengiya tevahî cîhanê ya li hemberî êrîşên dewleta tirk ên ku bênavber didomin, rexne dikin. Êrîş ji destpêka şoreşa Rojavayê Kurdistanê ve heta niha, bênavber û bi şêwazên cuda destkeftiyên şoreşa jinan û destkeftiyên gel bi hedefgirtina kesên pêşeng berdewam dikin. Her wiha êrîşên li ser hinek bajaran tu carî nesekinîne, mîna Zirgan, Til Temir, Kobanê û Eyn Îsayê. Di heman wextê de li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her dem berdewam dike.”

‘Dixwaze qirkirina Kurdan pêk bîne’

Rihan Loqo destnîşan kir ku dewleta tirk êrîşî binesaziya herêmê jî kiriye û wiha domand: “Dewleta tirk a dagirker di rojekê de êrîşî binesaziya herêmê kir. Cihên petrol, av, nexweşxane û hemû derên ku pêwistiya civakê pê heye, hedef girt. Ev yek di nava 10 salan de bênavber domiyaye û di qadên siyasî, aborî, jiyanî, rêxistinî û leşkerî de berdewam kiriye. Ev hemû li ber çavên tevahî welatên cîhanê pêk tê. Dewleta tirk welatekî cuda ye, em welatek cuda ne lê dewleta tirk bi rastî jî dewletek dagirker e û li ser xwînê xwe ava kiriye. Bi hişmendiya dagirker, nijadperest, olperest û hişk xwe bi rê ve dibe û êrîşî derdorê dike. Tenê êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nake, her aliyê Kurdistanê armanc digre. Êrîşkirina Kurdan, ji xwe re maf dibîne. Ev êrîş ji dîrokê ve heta niha li ser Kurdistanê didomin. Êrîşên dewleta tirk li ser nasnameya gelê Kurd in dixwaze wan qir bike. Nêzî 40 sal in gelê Kurd li hemberî êrîşên dewleta tirk li ber xwe dide.”

‘Şoreşa me bû nimûneya aştî azadî û wekheviya gelan’

Rihan Loqo da zanîn ku yek ji mîrasê gelê Kurd li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ew e ku gel xwe bi xwe bi rê ve dibe û wiha dirêjî da gotinên xwe: “Pergala neteweya demokratîk bi wekheviya gelan, bi pêşengiya jinan civaka ekolojîk ava kir. Civak jiyana demokratîk, wekhev û azad ava dike. Ev yek bi têkoşîna gelê Kurd pêk hat. Di sedsala 21’emîn de Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dibe nimûneya aştî, azadî û wekheviya gelan. Her diçe têkoşîna me dibe modela demokrasî û wekheviyê. Gel bi hev re bi wekhevî dijîn lewma vê yekê metirsiyek mezin bi dewleta tirk re çêkiriye, ji ber wê êrîşên xwe xurtir dike.”

‘Dewleta tirk qehremanên ku li hember çeteyan şer kirine armanc digire’

Rihan Loqo di berdewama axaftina xwe de êrîşên dewleta tirk ên di 11’ê Sibatê de li dijî Federasyona Gaziyan pêk anî û di encamê de du gaziyên jin jiyana xwe ji dest dan wiha nirxand: “Di 11’ê Sibatê de balafirên bêmirov ên dewleta tirk êrîşî avahiya Federasyona Gaziyan kirin. Di wê avahiyê de kesên ku perçeyên xwe ji bo rizgarkirina ax, welat, herêm, avakirina civaka demokratîk û wekhev dane bûn armanc. Ew birîndarên şer bûn û şer li hemberî çeteyên DAIŞ’ê kirin û mirovahî bi bedena xwe parastin. Kesên ku li hemberî DAIŞ’ê şer kirin û têk birin, dewleta tirk wan armanc girt. Dewleta tirk hevkarê DAIŞ’ê ye û pêşengiyê ji DAIŞ’ê re dike. Bi êrîşkirina xwe xwest tola DAIŞ’ê bistîne.”

‘Sorxwîn û Agirî xeta azadiya jinan û modela demokratîk in’

Rihan Loqo her du gaziyên jin ên ku di êrîşa dewleta tirk de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û wiha got: “Du hevalên me yên jin bi qehremanî, lehengî, dilsozî û welatparêziyê ku di her kêliya jiyanê de di her qad, bajar, gund û taxê de ji bo rizgarkirin û avakirinê canê xwe feda kiribûn. Van her du hevalên me di tevahî xetên şer de têkoşînek pir mezin li hember çeteyên DAIŞ’ê meşandin. Bi ruhê hevaltî, bi sekn û welatparêziya xwe dihatin naskirin. Hevala Sorxwîn di tevahî qadên jiyanê de, ji bo dilsoziya xeta şehîdan, ji bo civaka azad û demokratîk ava bike, tevli dibû. Her du heval bi nimûneyên xwe yên mezin di nava civakê de dihatin naskirin. Di Mala Gaziyan de tevî perçeyên mezin ji canê xwe dabûn, bi îradeyek mezin tevli kar û xebatê dibûn. Her du heval pêşengên şoreşê, xeta azadiya jinan û avakirina modela demokratîk in. Her du hevalan berxwedanên dîrokî li hember çeteyên DAIŞ’ê û dewleta tirk nivîsandin. Em sersaxî ji malbat, Kurdistan û gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re dixwazin.”

‘Dewleta tirk ji hêza jinên zana ditirse’

Rihan Loqo di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser hedefgirtina jinên pêşeng û wiha berdewam kir: “Beriya demekê hevala me Zelal Zagros ji aliyê sîxurên dewleta tirk ve li bajarê Kerkûkê hat hedefgirtin ku 30 sal bûn li tevahî Rojhilata Navîn û Kurdistanê kar û xebat dida meşandin. Di heman demê de beriya wê jî her du hevalên me Yusra û Rihan çawa ji aliyê dewleta tirk ve hatin armancgirtin, her kesê dît. Dewleta tirk di asta yekem de pêşengên jin û mîmarên vê şoreşê hedef digre. Dewleta tirk ji hêza jinên zana ditirse. Dixwaze bi van êrîşan îradeya jinên zana bişkîne û projeya ku bi pêşengiya jinan, neteweya demokratîk bi pêş dikeve, dixwazin naveroka wê vala bike.”

‘Hêza bi rêxistinkirî wê her dem li ser piyan be’

Rihan Loqo herî dawî diyar kir ku weke rêxistina jinan a Kongra Star, her dema ku hevalek wan şehîd dikeve hêrsa wan bilindtir dibe û bi dehan Zelal, Rihan, Yûsra, Sorxwîn û Azadî çêdibin û wiha bi dawî kir: “Ev heval ji bo civakê nimûne ne û sekn û berxwedana wan wê bigihîje nifşên pêşerojê. Wê berxwedan û dîroka van hevalan bê nivîsandin. Dewleta tirk wê nikaribe bi van êrîşan îradeya jinên zana û yên ku bi felsefeya neteweya demokratîk hatine perwerdekirin, bişkîne. Berovajî wê hêz, sekn û rêxistinbûna me hîn xurtir bibe. Bi êrîşan re gelê me daket qadan û êrîş şermezar kir. Wê her dem hêza ku hatiye birêxistinkirin li ser piyan bin. Gel wê heqîqeta dewleta tirk, hişmendiya wî û stratejiya wî ya ku ji bo herêmê dixwaze bide avakirin, ji tevahî cîhanê re nîşan bidin. Em bi helwesta xwe ji qadên şoreşa jinan soz didin ku em ê van êrîşan vala derbixin û civaka azad, serbixwe û aram li Kurdistan û Rojhilata Navîn ava bikin.”