Wê li Stenbolê "Konferansa Keda Jinê" were lidarxistin

Di konferansa ku dê di 17-18’ê Cotmehê de li Stenbolê bê lidarxistin de, dê keda jinan a bê mûçe, karê malê û polîtîkayên nû yên tevgera femînîst ji aliyê pêkhateyên cûda ve bên nîqaşkirin.

Stenbol – Komekî femînîst, dê di 17-18’ê Cotmehê de bi armanca nîqaşkirina aliyên cûda yên keda jinan û polîtîkayên tevgera femînîst ên der barê keda jinê de, li Stenbolê "Konferansa Keda Jinê” lidarbixe. Dê di konferansê de kedxwariya keda jinê, karê malê û lênêrînê, têkiliya keda bi mûçe û bê mûçe û çawaniya avakirina polîtîkayek keda femînîst bê nîqaş kirin.

Nîqaşên bingehîn ên keda jinê ji nû ve hatin nirxandin

Femînîstan beriya konferansê, nîqaşên bingehîn ên li ser keda jinan ji nû ve nirxandin. Karê malê û lênêrînê, newekheviya di navbera keda bi mûçe û bê mûçe de û çawaniya kedxwariya keda jinê ya ji aliyê  mêr û sermayeyê ve hatin nîqaşkirin. Her wiha têkiliya di navbera baviksalariyê û kapîtalîzmê de û rola dewletê di şêwekirina keda jinê de hatin nirxandin.

‘Gelo ev cureyekî çawa ya polîtîkaya keda jinê ya femînîst e?’

Di civînan de ne tenê nîqaşên têgehî û teorîk a li ser keda jinê, di heman demê de polîtîkayên heyî yên tevgera femînîst û tevgera kedê jî hatin nîqaş kirin.

Dema ku polîtîkayên sendîkayên karker ên der barê îstîhdama jinan de hatin nirxandin, bal kişandin ser kêmasiyên tevgera keda heyî û sendîkayên karker ên di nêzîkatiya wan a li hember keda jinê û polîtîkayên jinan de. Her wiha rastiya ku tevgera femînîst heta îro nekariye siyasetek bipergalî ya di mijara keda jinê de pêş bixe, hate nîqaş kirin.

Van nîqaşan yek ji pirsên bingehîn ên konferansê jî derxist holê: "Gelo ev cureyekî çawa ya polîtîkaya keda jinê ya femînîst e?"

Tê armanc kirin ku bi Konferansa Keda Jinê re nîqaşên li ser keda jinan bi pêkhateyên cûda yên tevgerên femînîst û jinan re bên kûrtir kirin.

Banga konferansê wiha ye:

"Em dixwazin nîqaşên li ser keda jinê, bi pêkhateyên berfireh ên tevgera femînîst/tevgera jinan re kûrtir bikin, ji hev fêr bibin û bi hev re him li ser rewşa heyî ya polîtîkaya femînîst û him jî gelo ji bo pêşerojê polîtîkayek keda femînîst çawa bê avakirin,  bifikirin."

Cih û bernameya konferansê wê piştre bê eşkerekirin.