Zarokên Koye bi qursên havînê betlaneya xwe dewlemend dikin

Jin û dayîkên Koye, xwe û zarokên xwe di betlaneya havînê de bi rêya perwerdeyan bipêş dixin.

ŞILÊR KOYE

Koye – Betlaneya havînê ne tenê bêhnvedanek ji dibistanê û dema normal e. Her wiha, derfetek zêrîn e ku di civaka îro de veberhênana potansiyela mirovî ye. Qursên havînê ji bo pêşîgirtina li windakirina demê û kêmkirina girêdana zarok û ciwanan a bi cîhazên elektronîkî, bûne amrazek bi bandor. Di heman demê de, rola jin û dayîkan di du aliyan de xuya dike; li aliyekê, wek serpereştiyar û rênîşandana ji bo zarokên xwe. Ev ji bo ku dema wan birêxistin bikin tê kirin. Li aliyê din, wek beşdarên çalak ên ku hewl didin xwe bipêş bixin, ziman fêr bibin û kêrhatiyên nû bi dest bixin.

Ev rapor balê dikşîne ser girîngiya van qursên perwerdehiyê yên ji komek dayîk û xwendekaran ku karîne havîna xwe ji bo fêrbûn û perwerdehiya xweser, veguherînin xalek werçerxê.

‘Bila her dayîk zarokên xwe beşdarî qursan bikin’

Dayîka yek ji xwendekarên qursên havînê ku beşdarî merasîma mezûnbûnê bûye Banaz Selah wiha got: “Wek dayîkek, ez bi keça xwe serbilind im ku beşdarî qursa havînê bûye. Ez dixwazim her dayîk zarokên xwe beşdarî van qursên havînê bikin, ji bo ku wextê xwe bi tiştên beradayî winda nekin. Ji ber ger em dayîk demê birêkûpêk bikar neynin, zarok dê li malê bi iPad, telefonên desta û tiştên beradayî mijûl bibin. Ji her temenê ku girîngî didin xwe û xwe bipêş bixin re ev cûreyên qursan girîng in.”

‘Ez hewl didim xwe fêr bikim’

Dayîka Arîna beşdarî qursê büye da zanîn ku ew di vî temenî de jî hewl dide ku bi rêya onlîne fêr bibe û wiha domand: “Ez bi xwe karmendek tenduristiyê me. Ev qursên havînê hem ji bo zarokan û hem jî ji bo mezinan pir girîng in. Ne wisa ne ku temen diyar be, li gorî min hûn çiqas zimanan dizanin, ew qas kesî, her wiha ji bo zarokên me jî. Îsal zaroka min beşdarî qursa Îngilîzî bû û gelek sûd wergirt. Ez dixwazim ew bêtir zimanan fêr bibe, ji ber li her derê hewceyî zimanan in. Divê her kes bikeve nav civakê û kêrhatiyên xwe bipêş bixe, çi dirûtin be, çi pîşe be, xwe di tiştekî de bibîne. Biçe, bipêş bixe û bawer bike da ku bipêş bikevin.”

‘Ez naxwazim havîna xwe vala derbas bikim’

Xûşî Paştiwan Mihemed ku di qursa ziman de pileya yekem bi dest xist, diyar kir ku xwendekara beşa zimanê Îngilîzî yê pola sêyem a li Zanîngeha Koya ye û beşdarî qursa zimanê Îngilîzî ya vê havînê bûye. Xûşî wiha got: “Her sal qurs tên vekirin, ez yek ji wan kesan im ku naxwazim havîna xwe ji dest bidim. Ez gelek ji zimanê Îngilîzî hez dikim. Wisa kir ku îsal û sala bê ez beşdarî qursa zimanê Îngilîzî bibim. Ji ber ji bo jinan, pir girîng e ku kêrhatiyên xwe yên ku jê hez dikin bipêş bixin. Mînak, ez hez dikim zimanê xwe baştir bikim û îsal min ew bi serkeftî kir û min karî pileya yekem bi dest bixim.”

‘Min xwest zimanê xwe baştir bikim’

Xwendekarek din a bi navê Dilniya Mihemed jî da zanîn ku 19 salî ye û vê havînê hatiye peymangeha Lutka Zanst. Dilniya wiha got: “Îngilîziya min baş bû, lê min dixwest wê baştir bikim, ji ber wê yekê ez hatim peymangehê. Vê havînê min wextê xwe vala derbas nekir, hatim min xwe fêrî Îngilîzî kir. Ez kêfxweş im ku min karî ji betlaneya havînê sûd werbigirim. Ez hêvî dikim ku her jin hewl bide ku xwe di warê ku dixwaze de bipêş bixe.”