Ji şerê leşkerî heta krîza aborî: Çar senaryoyên li pêşiya Îranê - GOTAR

MARÎA KEREMÎ

Rewşa ku Îran îro pê re rû bi rû ye êdî nikare bi têgihîştina berê were nirxandin. Pêvajoya ku di salên dawî de li dora Îranê bi pêş ketiye, veguheriye çerxeke têkoşînê ya berdewam ku pevçûnên leşkerî, agirbest, dorpêçên aborî, gefên siyasî û zextên dîplomatîk li pey hev tên.

Şerê 12 rojî yê Hezîrana 2025’an, yek ji qonaxên herî zelal ên vê pêvajoyê bû. Di demên piştre de jî pevçûnan bi awayên cuda berdewam kirin û rûbirûbûna bi şerê 40 rojî re wêraniyê zêdetir kir. Îro, şerê aborî bûye yek ji qadên herî girîng ên vê têkoşînê.

Pirsa rastîn êdî ne ew e ka gelo Îran di şerên berê de bi ser ketiye yan na. A rast ew e ku ev çerx dê bigihîje ku derê. Gelo di dawiya pêvajoyê de di navbera aliyan de lihevkirinek dê çêbibe, yan dê bibe sedema şerekî berfirehtir û wêrantir?

Şer li du qadên leşkerî û aborî tê meşandin

Di şerê 12 rojan de Îranê windahiyên mezin da; hinek tesîsên leşkerî û nukleer zirar dîtin û qelsiyên di pergalên wê yên parastinê de derketin holê. Lê belê pergala siyasî sax ma û kapasîteya Îranê ya ji bo tolhildana leşkerî bi temamî ji holê nehat rakirin.

Li aliyê din, DYE û Îsraîl jî bi operasyoneke demkurt nikaribûn pirsgirêka Îranê bi temamî çareser bikin. Ji ber vê ev şer ne wekî serkeftineke biryardar ji bo aliyekî, wekî dawiya serdemek û destpêka qonaxeke nû dikare bê nirxandin.

249 rojên di navbera 24’ê Hezîrana 2025’an û 28’ê Sibata 2026’an de, bi rastî ne serdemeke aştiyê bû. Her çendî êrîşên fuzeyan rawestiyan jî cezayên aborî, gefên siyasî, zextên dîplomatîk û amadekariyên leşkerî berdewam kirin. Bi gotineke din, serdema di navbera herdu şeran de jî pêvajoyek bû ku tê de şer bi rêbazên cuda berdewam kir.

Bi zêdebûna rageşiya leşkerî ya di navbera DYE û Îranê de di 30 û 31’ê Tebaxa 2026’an de, pevçûnên aborî û leşkerî di heman demê de çêbûn. Piştî êrîşên DYE’yê li dijî hedefên nêzî Tengava Hurmuzê, Îranê jî bi fuzeyan êrîşî hêzên Emerîkî yên li herêmê kir.

Di heman demê de, Washîngtonê zexta aborî li ser torên petrol, petrokîmya, teknolojî, veguhestina deryayî û darayî yên Îranê zêde kir. Bi vî awayî, du eniyên şer ên bi vî rengî derketin holê: Têkoşîna leşkerî û şerê aborî.

Bandora dorpêçên aborî ne tenê bi saziyên dewletê ve sînordar e. Bênirxbûna dirav, enflasyon, bilindbûna bihayên xwarinê, kêmbûna hêza kirînê û zehmetiyên gihîştina pêdiviyên bingehîn û mesrefa şer rasterast bandorê li jiyana rojane ya mirovan dikin.

Her çendî Îranê bi salan e ji bo derbaskirina dorpêçan rêyên bazirganî û darayî yên alternatîf bi pêş xistiye jî mesrefa van rêbazan her diçe zêdetir dibe. Firotina petrolê bi bihayên kêmtir, bikaranîna torên darayî yên tevlihev û mesrefa veguhestinê ya zêde dibin, sedema kêmbûna demdirêj a aboriya welat.

Bi dîzayna Rojhilata Navîn re,derdora Îranê jî diguhere

Geşedanên herêmî jî ji bo Îranê pir girîng in. Bi salan e Sûriye beşek girîng a kûrahiya stratejîk a Tehranê li dijî Îsraîlê bû. Lê belê guhertinên siyasî yên li Sûriyeyê dibin sedem ku Îran pozîsyona xwe ya li herêmê ji nû ve binirxîne.

Pêvajoya entegrasyonê ya di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li bakur û rojhilatê Sûriyeyê û hikûmeta Şamê de jî wekî yek ji pêşketinên ku bandorê li hevsengiyên herêmî dike derdikeve pêş.

Ev pêvajoya ku Tirkiye destek dike, li Sûriyeyê dikare bibe sedema xurtbûna têgeha ‘yek welat, yek artêş.’

Geşedanên di pirsgirêka Kurd de ji bo Îranê tenê pirsgirêkek ewlehiyê ye. Geşedanên siyasî li Tirkiye, Sûriye û Iraqê dikarin bi awayekî ne rasterast bandorê li ser daxwazên siyasî û civakî yên Kurdên li Îranê bikin.

Zêdebûna bandora Tirkiyeyê li Sûriye û Iraqê wekî yek ji faktorên ku dikare hevsengiya hêzê li herêmê li dijî Îranê biguherîne tê dîtin. Li aliyê din, Iraq hewl dide têkiliyên nêzîk bi Îranê re biparêze û di heman demê de bi DYE û welatên din ên herêmî re siyasetek hevseng bimeşîne.

Bedela şer civak dide

Ji bo Îranê pirgirêka herî girîng, kûrbûna zexta leşkerî û krîza aborî ya di heman demê de ye. Parastina bandora xwe ya herêmî, ji bo ji nû ve avakirina kapasîteya xwe ya leşkerî û birêvebirina aboriyeke dorpêçkirî di heman demê de têkoşîna bi DYE û Îsraîlê re, çavkaniyên pir mezin hewce dike.

Ger ev çavkanî kêm bibin, dibe ku valahiya di navbera armancên stratejîk ên welat û kapasîteya wê ya rast de firehtir bibe. Lê belê ne mumkun e ku mirov bibêje zexta aborî dê rasterast bibe sedema hilweşîna pergala siyasî. Xetera mezintir hilweşîna demdirêj a civak û aboriyê ye.

Di vê pêvajoyê de, jin û zarok herî zêde zirarên encamên giran ên şer dijîn. Krîza aborî rasterast bandorê li şert û mercên jiyana malbatan dike, barê lênêrîn û piştgiriyê ji bo jinan zêde dike. Di vê navberê de, zarok bi xizanî, pirsgirêkên perwerdeyê û fikarên li ser pêşerojê re rû bi rû dimînin.

Zarokek bi her awayî ji şer bi bandor dibe. Nebûna gihîştina xwarin, perwerde û pêşerojeke bi ewle jî encamên şer in.

Li pêşiya Îranê çar îhtîmal hene

Ger şert û mercên heyî berdewam bikin, çar senaryoyên sereke ji bo pêşeroja Îranê derdikevin pêş:

Ya yekem, ger alî biryar bidin mesrefa şer ji feydeyên wî zêdetir e, ev yek lihevkirinek siyasî û kêmkirina aloziyan e.

Ya duyemîn, îhtîmala şerekî aborî yê dirêj heye ku tê de ne Îran teslîm dibe û ne jî DYE û Îsraîl di şerekî berfireh de beşdar dibin, bi cezayên aborî û pevçûnên sînordar ên ku bi salan bidomin re.

Ya sêyem ji pevçûnên sînordar û dubare pêk tê ku tê de alî bi awayekî periyodîk êrîşî hev dikin lê beşdarî şerekî berfireh nabin.

Senaryoya çaremîn û ya herî xeter ew e ku zextên aborî û siyasî veguherin şerekî leşkerî yê berfireh.

Kîjan ji van senaryoyan dê pêk bê, girêdayî hilbijartinên navîn ên DYE’yê, bihayên enerjiyê, berxwedana aborî ya Îranê, pêşketinên li Tengava Hurmuzê, pêşeroja Sûriye û Iraqê û pirsgirêka Kurd a li herêmê?

Têkoşîna rast şerê kapasîteyê ye

Pêşeroja şerê li Îranê tenê bi fuze û balafiran nayê diyarkirin. Kapasîteya aborî, civakî, siyasî, leşkerî û dîplomatîk dê di encama vê têkoşînê de diyarker be.

DYE û Îsraîl tenê bi êrîşên leşkerî nikarin paşeroja siyasî ya Îranê ava bikin, Îran tenê bi berxwedana leşkerî nikare pirsgirêkên xwe yên aborî çareser bike. Ji ber vê, xuya ye ku hêza tu aliyekî tune ye aliyê din bi temamî ji holê rabike.

Xetera rast ew e ku pevçûnên leşkerî, agirbest, cezayên aborî û êrîşên nû dê bibin çerxeke bêdawî. Ger agirbest nebin sedema pêvajoyeke rast a çareserî û diyalogê, dibe ku şerê aborî ji bo pevçûna leşkerî ya din tenê qonaxeke navîn be.

Di encamê de, pirsa bingehîn a ku Îran pê re rû bi rû ye ne ew e ku di şerê li pêş de çend fuze dê bên bikaranîn, kîjan ji aliyan dê pêşî fêm bike ku ev çerxa şer êdî xizmeta berjewendiyên wê nake.

Ji ber ku her çendî şer li ser nexşeyan bi dawî bibe jî dikare di jiyana mirovan de bi salan berdewam bike. Ger jin barekî girantir ê xizaniyê hilgirin û zarok di nava bêewlehî û nediyariyê de mezin bibin dê tu serkeftineke leşkerî nikarine windahiyên civakî veşêre.