Li Şamê pîrozbahiya çandî: Stran û mîrata Kurdî hatin pîrozkirin

Li Paytexta Sûriyeyê Şamê saziya Star ya Pêşveçûnê çalakiyeke çandî a berfireh lidarxist. Di çalakiyê de dewlemendiya folklor, stran û mîrata Kurdî hate nîşandan. Her wiha di çalakiyê de tekezî li ser girîngiya piralîbûna çandî hat kirin.

Navenda Nûçeyan – Li paytexta Sûriyeyê Şamê, pîrozbahiyek çandî û hunerî ya ku bi mîrata Kurdî dagirtibû hate nîşandan. Ev çalakî ji hêla Saziya Weqfa Star ya Pêşveçûnê ve hate lidarxistin.

Di çalakiyê de li ser girîngiya dîrokî ya bajêr hate seknandin. Her wiha bajar wekî dergûşa bedewî û cihêrengiya çandî hate destnîşan kirin. Heman demê de, lêkolînên çandî di parastina rûmeta neteweyî û di pêşvebirina naskirina hevdu ya nasname û mîratê de hate destnîşankirin.

Girîngiya çandê

Axiftina destpêkê ji hêla Seroka Saziyê, Ronahî Hesen ve hate kirin. Ronahî di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya pêşketin û çandê, di bihêzkirina kesan û ji nû ve avakirina têkiliyên civakî de. Wê tekez kir ku cihêrengiya çandî çavkaniyek hêzê û tevnek şaristaniyê ye ku di seranserê dîrokê de li hemberî pişaftin û marjînalîzasyonê li ber xwe daye.

Bernameya hunerî û muzîka gelêrî

Di pîrozbahiyê de bernameyeke hunerî ya dewlemend hate pêşkêşkirin ku rengînî û kûrahiya folklor û mîrata Kurdî nîşan da. Bername ji hêla çandî û hûnerî ve gelek dewlemend bû. Koma Muzîkê ya Stêra Zêrîn hilbijartinek ji stranên gelêrî yên resen pêşkêş kir ku kûrahiya bîra muzîkê nîşan dan.

Pêşandaneke folklorîk û sembolîk ji aliyê Koma Govendê ya Şehîd Berîtan ve hate pêşkêşkirin.

Ji hêla Koma folklor ya Ş. Welat ve govendek ku tê de rehên kûr ên ax û gel hebû hate nîşandan.

Pîrozbahiyê bi spasiya ji bo beşdaran û bi peyama ku çalakiyên çand û hunerê dê wekî pira ragihandin û yekîtiya neteweyî werin domandin, bi dawî bû.