Voleybolbaza Îtalî ku hatibû Tirkiye mirî hat dîtin

Voleybolbaza Îtalî Julia Ituma ji ber maçê ji hatibû Stembolê, cenzayeê wê hat dîtin. Hat îdiakirin ku Julia Ituma ji qata 6’an a otela ku lê dima ketiye.

Stenbol - Voleybolbaza Îtalî Julia Ituma (18) di tîma Igor Gorgonzola Novara ya Îtala de forma li xwe dike ji bo bi tîma Eczacıbaşı Dynavit re bilîzîn hatibûn Stenbolê. Dûh piştî maçê Julia Ituma bi havalên xwere çûn otela li keleka salona sporê ya Burhan Felek li Uskudarê.

Julia Ituma di saetên sibehê 05:30’an de li ber deriyê otelê bê tevger dirêjkirî hat ditîn, li ser vê yekê tîmên tendîrûstî û polîs sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Di kontrola ku tîmên tendirûstiyê kirin de hat zanîn ku Julia Ituma jiyana xwe ji dest daye. Hat pêşbînîkirin Julia Ituma ji qata 6’an a otela ku lê dima ji pencereya wê ketiye xwarê.

Polîsan diyar kir ku Julia Ituma di derdora saet 22:30-23:50’an de di korîdorê de digeriya û piştre çûye odeya xwe. Ji bo sedemê mirina Julia Ituma were zanin dozgerê ku li cihê bûyerê lêkolîn dikir, ji bo lêkolînê cenaze rakirin saziya Adil Tibê.

Polîs derbarê mirina bi guman de lêkolînê didomîne û mirina voleybolbaza Îtalî di ragihandina Îtalya de cih girt.