Ji bo jinên rastî tundiyê tên sepana 'Amber'

UNFPA'yê li Tirkiyeyê sepanek bi navê 'Amber' ku ji bo jinên rastî tundiyê tên bikarin serî lê bidin pêşxist. Sepan dê bi zimanên Kurdî, Tirkî, Erebî û Îngîlîzî xizmetê bide.

Navenda Nûçeyan – Fona Nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî (UNFPA) ji bo li Tirkiyeyê balê bikşîne ser tundiya li ser jinan û ji bo jinên rastî tundiyê tên serlêdanê bikin sepaneke nû pêşxist. Ji amadekariyên sepanê re di sala 2020’an de bi fikra jinên ku di pêvajoya şewbê de li malên xwe tenê mane û rastî tundiyê hatine, hat dest pê kirin.

Serlêdanên tundiyê dê demildest ji saziyên pêwendîdar re ragihîne

Sepan destpêke wek 'Salnameyek Regl e' xuya dike, lê gava ku hûn çar caran pê logoya sepane dikin, rûpelek veşartî vedibe û ger bêxwestin dikare agahdariya cîh bi jimarek berê hatî ragihandin re tê parve kirin. Sepan, dema jin rastî tundiyê werin dê demildest saziyên pêwendîdar agahdar bike.

Dê bi 4 zimanan xizmetê bide

Sepana bi navê 'Amber' dê bi Tirkî, Kurdî, Erebî û Îngîlîzî xizmet bide. Di sepanê de agahiyên saziyên civaka sivîl, saziyên fermî û navendên ku serlêdanên tundiyê werdigirin jî cih digre. Li ser sepanê dikarin serî li Sepana Piştgiriya Lezgîn a Jinan (KADES) jî bidin.

'Divê qanûn bên bicih anîn'

Nûnera Koalîsyona Jinan a Tirkiyeyê ya UNFPA'yê Selma Acuner a di civîna çapemeniyê ya li Muzeya Sakîp Sabanci ya ‘Amber’ hat danasîn kirin de axivî, wiha got: "Ev sepan dê bibe xala sêrladanê ya jinan a li dijî tundiyê. Di vî warî de pêwîstî hevkariya saziyan û bicihanîna qanûnan heye.” Selma Acuner axaftina xwe wiha domand:

“Mixabin, dema em li Tirkiyeyê dinêrin, di Adara 2021’an de di şevekê de ji Peymana Stenbolê derket. Ev Peyman di nirxa zêr de tê nirxandin. Tevgerên rastgirên tund, ji bo betalkirina qanûna bi hejmara 6284’an jî rojeva ava dikin. Ya xerabtir jî ew e ku nûnerên van tevgeran di lîsteya namzetên parlamenteriyê de cih digrin. Li Tirkiyeyê ku jin li dijî tundiyê bi tenê tên hiştin, sepanên wek Amber dê gelekî girîng bin.”

'Em ê hey dawî dengê jinan guhdar bikin’’

Balyoza Niyeta Baş a UNFPA’yê ya Tirkiyeyê Lîstikvan Songul Oden jî diyar kir ku UNFPA ji sala 2020’an vir ve li ser vê sepanê dixebite û wiha got: “Bi rastî xebatek bi hûrgilî bû. Armanca wê ew e ku li Tirkiyeyê hemû sepan û bişkokên bangê ya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan veguhere planek û agahî bide. Em ê bihistîna dengê jinan bidomînin. Em ê rêxistinbûn û têkoşînê bidomînin. Em ê ji bo jinan xebat meşandina di nava tevgerên jinan de bidomînin."

Ji aliyê din ve nebûna vebijarka zimanê Kurdî ya di serlêdana KADES'ê de ku ji bo jin dema rastî tundiyê tên serlêdanê bikin, bûbû sedema rexneyan. Mijar di rojeva Meclîsê de jî cih girtibû û hatibû pirsîn ku di sepanek wiha jiyanî de çima zimanê Kurdî nayê dîtin.