‘Tecrîd li ser hemu mirovahiyê ye’
Jinên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi tundî şermezar kirin û bang li hemû Kurdan kirin ku xwedî li mafên xwe yên mirovî derbikevin.
BERJÎN KARA
Mexmûr – 25 sal in afirînerê felsefeya Jin, Jiyan, Azadî û pergala Netewa Demokratîk Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li girava Îmraliyê tê girtin û di bin tecrîdek giran de ye. Jinên ji wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê anîn ziman ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser hemu mirovahiyê ye û banga azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin.
‘Ev tecrîd li ser hemu mirovahiyê ye’
Sarya Kaya di destpêka axaftina xwe de tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin bi tundî şermezar kir û wiha got: “Ev tecrîd li ser mirovahî, hemû Kurdan û gelên bindest e. Ew nikarin bi tecrîdê me û Rêber Apo ji hev qut bikin. Ji ber ku ev 50 sal in şoreşê dest pê kiriye, bi Rêbertî û fikrên wî berdewam dike. Heta niha nikaribûye gelê Kurd bêdeng bike. Wek gelê Kurd bi taybetî jî wek dayik, yê me ji tunebûnê anî hebûnê Rêber Apo û fikrên wî ne. Ev 2 sal û çend meh in tu agahî ji Rêber Apo nîn e.”
‘Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mîmarê aştiyê ye’
Sarya Kaya diyar kir ku bêyî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azadiya gelê Kurd ne gengaze û got: “Ji dema ku Rêbertî dest bi vê şoreşê kirî ve her dem aştî xwastiye, gotiye herkes mirove divê maf û zimanê her kesî hebe. Lê dijmin tu caran vê yekê ne pejirandiye her dem li pey berjewendiya xwe ye. Naxwaze kes bibe xwedî maf û ziman ji bo wê her roja ku diçe tecrîda ku li ser Rêber Apo girantir dibe.”
‘Her ku diçe tecrîdê girantir dikin’
Fadîle Pîranî jî destnîşan kir ku dewleta Tirk bi pêkanîna tecrîdê dixwaze gel û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji hev qut bike û wiha got: “Ev 2 sal in me tu agahî ji Rêberê xwe negirtiye. Niha Rêbertî kilîta çareseriyê ye. Dixwazin ku planên xwe li ser Kurdan berfireh bikin di Rojhilata Navîn de. Di kesayeta Rêber Apo de hemû Kurd di bin tecrîdê de ne."
‘Rewşa rêberê me ji bo me mijareke esasî ye’
Fadîle Pîranî di dawiya axaftina xwe de bang li gelê Kurd kir ku xwedî li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derbikevin û wiha berdewam kir: “Ger tu li mafê xwe negerî kes mafê te nade divê em wek gelê Kurd li mafên xwe bigerin, her kes rabe û destên xwe dayne ser wijdanê xwe û bibêje ev bêbextî, bêwijdanî wê heya kengê bidome. Destek tenê deng jê nayê, divê gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê rabe ser lingan. Rêberê me 25 sal in berxwedanek bêhempa dimeşîne, em berxwedana wî pîroz dikin û heya mirinê sozek daye ku em bi Rêberê xwe re bin. Tişta dikeve ser milên me em amade ne bikin.”