Vezîre Erturk du roj piştî ku vegeriya malê hat qetilkirin!

Vezîre Erturk a li Erxeniyê ji aliyê Denîz Erturk ê ku pê re zewicandî bû ve hat qetilkirin, bi salan rastî tundiyê dihat. Vezîr Erturk bi gotina "ji bo zarokên min" çû balê lê du roj piştî ku vegeriya malê ji aliyê hevjînê xwe ve hat qetilkirin.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed- Li Erxeniya Amedê di roja 25’ê Gulanê de dayika 3 zarokan Vezîre Erturk a 32 salî ji aliyê Denîz Erturk ê ku pê re zewicandîbû ve hat qetilkirin. Kiryar piştî bûyerê reviya nexweşxaneyê, li wir hat binçavkirin û dûre jî hat girtin, Vezîr Erturk jî piştî karûbarên otopsiyê hat definkirin. Ferdên malbatê yên ku em der barê mijarê de bi wan re axivîn, diyar kirin ku Vezîre ya ku 15 sal in zewicandî ye bi salan rastî tundiya daîmî hatiye û doza hevberdanê vekiribû lê ji ber gefên kuştinê yên Denîz Erturk û birayên wî daxwaza xwe paşve kişand.

Bi gotinên ez dîn im xwest xwe biparêze!

Bûyer roja 25’ê Gulanê di saetên rojê de li Taxa Şîrînevlera navçeyê qewimî. Kiryar Denîz Erturk ê ku Vezîre Erturk di xewa wê de qetil kir, piştî bûyerê reviya. Kiryarê ku li nexweşxaneya dewletê ya ku çû got "Dema min hevjîna xwe qetil kir min destê xwe birî, min jî derman bikin" ji aliyê polîsan ve li nexweşxaneyê hat binçavkirin. Kiryarê ku piştî demek kurt hat girtin, di îfadeya xwe de serî li parastina "Ez dîn im" da lê hat tesbîtkirin ku raporek îfadeya wî piştrast bike tune ye.

Piştî ku vegeriya malê di nava du rojan de hat qetilkirin!

Li gorî agahiyên ku me der barê mijarê de ji malbata wê girt, Wezîre Erturk a ku 3 zarokên wê hene, ji roja ku zewicî ve heta hat qetilkirin rastî tundiyê hatiye. Hat hînbûn ku Vezîre ya ji ber tundiya ku dîtiye gelek caran çûye ba malbata xwe, herî dawî doza hevberdanê vekiriye lê piştî gefa kuştinê ya Denîz Erturk û birayên wî doz paşve kişandiye. Hat diyarkirin ku Vezîre Erturk a beriya bûyerê ji ber tundiya ku dît çûye ba malbata xwe, beriya ku were qetilkirin 2 roj berê bi gotina "Ez nikarim zarokên xwe bihêlim" û piştî gotinên xizmên ên "Şansek din bide hevjînê xwe” vegeriyaye malê. Li gorî agahiyên ku me ji derdora Denîz Erturk girtin, hat diyarkirin ku kiryar beriya qetlîamê gotiye, “Dema vê care were ez ê wê bikujim.”

'Tundiya bi pergalî bi salan domiya’

Xwişka Vezîre Erturk Gurbet Demîr diyar kir ku tu raporek dînîtiyê ya Denîz Erturk ku li nexweşxaneyê gotiye "Ez dîn im" teslîmî polîsan bûye tune ye, da zanîn ku kiryar hewl dide xwe wisa rizgar bike. Gurbet Demîr, anî ziman ku Vezîre bi salan rastî tundiyê hatiye û kiryar di êvara cejnê de tiliya Vezîr şikandiye û wiha got: “Vezîre ji roja ku zewicî ve rastî tundiyê dihat. Xwîşka min vê care ji bo zarokên xwe çû. Got ez diçim, çû lê piştî du rojan hat qetilkirin.”

'Ez ê tu carî dev ji giliyên xwe bernedim'

Gurbet Demîr, anî ziman ku aqil û dengeya kiryar baş e û diyar kir ku heta dawî ji kiryar bi gilî ne. Gurbet Demîr di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Ez ne tenê ji wî mêrê, ji dayik, bav, mamê wî û hemû kesên wî bi gilî me. Hemûyan ji xwişka min re gotin digotin û sûcdar dikirin. Lê xwişka min ne sûcdar bû. Dema ku min xwişka xwe digirt mala xwe, ji min dipirsiyan digotin "Tu çima wê digrî malê?" Ger malbata min nebe jî ez ê heta dawiyê gilî bikim. Di vê riyê de bimrim jî tu caran dev jî doza xwe bernedim.”

'Ez xilas bûm lê xwişka min xilas nebû'

Gurbet Demîr da zanîn ku ew bi xwe jî mexdûrê tundiyê ye, herî dawî ev bang li jinan kir: “Dema jinek carek rastî tundiyê hat divê li vê malê nemîne. Ez jî rastî tundiyê hatim û min demildest dev jê berda. Ger min wî berneda yan dê min bikuşta yan jî min ê ew bikuşta. Dê dîsa heman tişt bibûya. Ez xilas bûm lê xwişka min xilas nebû. Bila ew mêr cezayê ku heq dike bigre. Çi pêwîst dike bila ew were kirin, jinek qetil kir, ji bo vê yekê divê tu carî ji girtîgehê dernekeve.”