Di êrîşa Îsraîlê de xaniyê 4 xwişkên xwedî pêdiviyên taybet hilweşiya

Najah Nabhan ku di êrîşên dawî yên Îsraîlê yên li ser Şerîda Xezayê de malê wê hilweşiya, bi 4 zarokên xwe yên xwedî pêdiviyên taybet re di bin şert û mercên dijwar de hewl dide jiyana xwe didomîne.

RAFIF ESLEEM

Xeza – Di êrîşa artêşa Îsraîlê ya di sibeha 9’ê Gulanê de hat diyarkirin kadroyê rêveber ê Tevgera Cîhada Îslamî hedef girtiye, li dijî Xezaya dorpêçkirî da destpêkirin de, 33 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dan û 93 kes jî birîndar bûn. Gelê Xezayê di binê van êrîşên ku bi sedan xanî hilweşiyan de, hewl dide jiyana xwe bidomîne.

Necah Nebhan a ku di êrîşên dawî de malê wê hilweşiya û 4 zarokên wê yên xwedî pêdiviyên taybet hene, yek ji wan kesan e. Necah Nabhan bi keçên xwe yên xwedî pêdiviyên taybet Ayat (29), Haneen (16), Areej (18) û kurê xwe Celal (38) re qala kêliya êrîşa artêşa Îsraîlê pêkanî kir. Necah Nakban, da zanîn di saetên şevê de kesekî ku nasnameya wî diyar telefona wan kiriye û xwestiye mala xwe vala bikin û wiha got:

“Min bi tirsê re hewl da jiyana sê keç û kurê xwe rizgar bikim. Piştî ku min telefon girt, bi qasî ku dengê min derket, qêriya û ji cîranan alîkarî xwest. Ez derketin kolanê û bi dengêk herî zêde got ‘alîkarî bikin’. Ez pir bêçare bûm. Yek ji pirsgirêka herî mezin a ku ez dijîm, di mêjiyê keçek min de zêdebûna herîkina elektrîk heye û dermanê ku bikartîne li malê mabû. Ev derman di dermanxaneyan de zêde nîne. Dema keça min vê dermanê bikarnayne demek ji ser hişê xwe diçe. Ji befr vê min zêde standi bû. Her wiha min nekarî gelek alav û kursiyên bi teker ên ku zarokên bênavber bikartînin jî li gel xwe binim.”

Neçar ma li mala cîrana xwe bijî

Nacah Nabhan da zanîn ku êrîşa li ser Xezayê karesatek e û wiha got: “Ger li malê zarok û kesên xwedî pêdiviyên taybet hebin divê hûn zêdetir lênêrîn pêk bînin. Dermanên ku pêdiviyên min hene ji hêla saziyên fermî ve nayên dayîn. Piştî ku mala min hilweşiya, ez neçar mam li mala cîrana xwe bijîm. Lê di van şert û mercan de bicihanîna pêdiviyên kesane ya zarokên min dê gelek zehmet be. Ji ber ku em xwedî pêdiviya nepenîtiyê ne, em nikarin hin zêdetir li vê malê bimînin.”

'Mala min hilweşiya min kursiya xwe ya bi teker winda kir’

Yek ji keçên Necah Nabhan ên xwedî pêdiviyên taybet Hanîn Nabhan jî wiha axivî: “Ez meraq dikim me çi guneh kiriye ku ev yek tên serê me? Mala me hat hedefgirtin û hilweşiya. Min hemû bîranînên xwe, dermanên me, kursiya xwe ya bi teker ku wek hevalek xwe didît winda kirin. Ez hê jî di xewnên xwe de li vê malê dijîm lê dema ku şiyar dibim şokê dijîm. Mala me veguherî xirbeyan û êş û azarên me zêde bûn.”

'Li Filistînê karaset xilas nabin’

Ji xizmên malbatê Mahasîn Nabhan jî da zanîn ku bi êrîşê re şoka hilweşîna avahiyê jiyane. Mahasîn Nabhan, diyar kir ku jina difikirî zaroka xwe ya 2 salî li malê ji bîr kiriye trawma derbas kiriye û wiha got: “Derket holê ku zarok ji aliyê mirovan ve bi awayekî mûcîzewî ji malê hatiye derxistin. Êrîşên Îsraîlê yên li ser Şerîda Xezayê her car dubare dibin. Karesata ku welatiyên Filistînê dijîn xilas nabe. Dema ku windakirina malê, nexweşî û xizaniyê dibin yek, hemû tişt dijwar û ne gengaz xuya dikin.”

'Divê ji bo zarokên xwedî pêdiviyên taybet re alîkarî bê dayîn’

Derûnînas Rawan El-Najar jî destnîşan kir di êrîşê de hatine hedefgirtin û hilweşandina malên ku zarokên xwedî pêdiviyên taybet hene, bûye sedema mudaxaleya beşeke mezin a nepeniya zarokan. Rewan El-Najjar diyar kir ku di warê piştgiriya derûnî de pêdiviya malbatan bi xizmetên mezin heye û destnîşan kir ku ji ber dorpeçê bajêr ji gelek derfetan mahrûm maye. Rawan El-Najar destnîşan kir ku xizmetên dermankirin û stargehê nayên bicihanîn û bi van gotinan bal kişand ku divê alîkariyên pêwîst bên bicihanîn: “Pir girîng e ku niha pêdiviyên malbatên ku zarokên wan ên xwedî pêdiviyên taybet hene bên bicihanîn.”

'Saziyên navneteweyî berpirsyariya xwe nabînin'

Çalakvana mafên mirovan Jamîla Alîwa jî bal kişand ku ne cara ewi le kesên xwedî pêdiviyên taybet tên hedefgirtin. Jamîla Alîwa diyar kir ku Îsraîl qanûnên navneteweyî yên ku ji aliyê Peymana Cenevreyê ve hatine erêkirin û mafên mirovan ên xwedî pêdiviyên taybet bi cih nayne û destnîşan kir ku saziyên navneteweyî xwe berpirsyar nabînin û dawî li van binpêkirinên Îsraîlê naynin.

Jamîla Alîwa da zanîn ku beriya niha ji ber binpêkirinên li dijî wan, gelek caran gilî li Dadgeha Ceza ya Navdewletî, Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî û Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan kirine.