‘Tu sedem tune ye em di tûra duyemîn de qezenc nekin’

Parlamentera HDP’ê Gulistan Kiliç Koçyîgît encamên hilbijartina 14’ê Gulanê nirxand û got ku divê bala xwe bidin hilbijartina tûra duyemîn.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed- Li Tirkiyeyê hilbijartinên serokomarî û serdema 28’an a meclisê di 14’ê Gulanê de çêbûn, ji ber nemzedên serokomariyê ji sedî 50 deng negirtin, hilbijartina serokomariyê ma tûra duyemîn. Di hilbijartina tûra duyemîn a ku di 28’ê Gulanê de pêk were, nemzedê Tifaqa Gel Kemal Kiliçdaroglu û namzedê Tifaqa Cumhur Receb Tayîb Erdoxan di pêşbaziyê de ne.

Ruxmê dizîna dengan û operasyonên têgihîştinê, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Çepa Kesk ji bo hilbijartina tûra duyemîn dest bi xebatên xwe kir û di daxuyaniya ku hat dayîn de bi gotinên; “Di tûra duyemîn de windakirina faşîzmê wê bibe rexnedayîna me ya herî mezin” der barê encama hilbijartina wekîlan de me bi parlamentera Mûşê û wekîla Qersê ya dema nû ya Partiya Çepa Kesk Gulistan Kiliç Koçyîgît re hevdîtin kir.

‘Di tûra yekem de têk çûn’

Gulistan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku hem HDP hem jî Partiya Çepa Kesk bi Lijneya Rêveberiya Navenda (MYK) re kom bûye û nirxandinek berfireh kirine, bal kişand ser girîngiya windakirina Erdogan a di tûra yekem de û wiha got: “Dewleta ku 21 sal in desthilatdar e, rejîma Erdoxan ku hemû hêza medyayê bi kar anî, ji ber di tûra yekem de qezenc nekir, ji bo gelê Tirkiyeyê serkeftinek mezin çêbû. Di vê serkeftinê de jî keda mezin a gelê Kurd, jin, Elewî, karker, kedkaran têde heye. Desthilatdariya serdest a psîkolojîk bi dest xist û hewl dide bi vê serdestiya psîkolojîk biçe tûra duyemîn. Destpêkê divê em rê nedin vê û bibêjin di tûra yekem de têk çûne.”

‘Yên berpirsyar dê hesab bidin gel’

Gulistan Kiliç Koçyigit da zanîn ku weke HDP û Partiya Çepa Kesk di hilbijartinê de encama ku dixwestin negirtine û destîşan kir ku gelek sedemên wê hene û wiha got: “Piştî hilbijartinê, yên ku di vê mijarê de berpirsyar in wê ji hesabdayîna gel nerevin. Îro ger bikevin nava van nîqaşan, wê ziyanê bidin tûra duyem. Armanca me ya sereke, piştî tûra duyem wê ev nîqaş bi awayek berfireh û bi awayek hûrgulî herêm bi herêm werin kirin. Em ê bi gelê xwe re bikevin serdemek nû. Ya herî giring ew e ku hemû kes destpêkê vê bizanibin. Di vê mijarê de bila kes dudiliyê nejî.”

‘Divê em bala xwe bidin tûra duyemîn’

Gulistan Kiliç Koçyîgît bi bîr xist ku divê têkoşîna li dijî rejîma Erdogan ku gelan û pêşeroja wan tune dihesibîne mezin bibe û destnîşan kir ku divê hemû kes bi ruhê seferberiyê xwe ji bo tûra duyemîn amade bikin û bala xwe bidin ser qezenckirinê û wiha got: “Ez ji dil bawer dikim em ê bi ser bikevin. Di tûra yekem de li hemberî hemû hîleyan me bi rejîmê da windakirin. Tu sedemên ku em di tûra duyemîn de qezenc nekin tune ne. Ji bo wê divê hemû kes çi ji destên wan were bikin. Bila du diliyê nejîn, bila nexeyîdin. Şansa me ya duyemîn heye. Ger em bi kampanayên baş û sînerjiyê ji xwe bawer bin, ji bo vê bêhêvî nebin, em ê bi hev re bixebitin û bi hev re qezenc bikin.”