Dîcle Mûftûoglû: Em ê bêdeng nemînin, Bijî Çapemeniya Azad

Hevseroka DFG Dîcle Mûftûoglû di peyama xwe ya ji Girtîgeha Sîncanê şand de banga hevgirtinê kir û wiha got: “Weke şagirtên Apê Musa tevî hemû astengî û girtinan em ê bêdeng nemînin. Bijî Çapemeniya Azad.”

Navenda Nûçeyan – Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Dîcle Mûftûoglû ya ku di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de 3'ê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê de hat girtin, ji girtîgehê peyamek şand.

Dîcle Mûftûoglû ya di peyama xwe de pêvajoya xwe ya binçavkirin û birina Enqereyê kir, diyar kir ku xwestin şove hilbijartinê bikin û wiha dewam kir: “Me berî bi şevekê li Edliyeya Amedê daxwaza azadiya rojnamegeran kiribû. Ji rêbaza binçavkirinê diyar bû ku operasyonên Amed û Enqereyê operasyonên hilbijartinê ne. Armanc ew bû ku mûxalefetê, hemû kurdan bêdeng bikin û komên din bitirsînin. Em vê yekê baş dizanin û tevî hemû hewldanên wan jî niyeta me ya ku em bêdeng bimînin û bitirsin tune ye.”

‘Ez bang dikim ku têkoşînê mezin bikin’

Dîcle Mûftûoglû ya nêzî 15 sal in rojnamegeriyê dike, diyar kir ku ji Mijdara 2019'an û vir ve ji bo di qada çapemenî û azadiya ramanê de têkoşînê mezin bike di rêveberiya Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firatê (DFG) de cih digire. Dîcle Mûftûoglû di peyama xwe de ev tişt anî ziman:

“Weke hevserokatiya komeleyê ez ji roja destpêkê hem di xebatên raporê de hem jî di çalakiyan de cih digirim. Niha jî bi operasyona ku hat kirin hatim girtin. Vê yekê nîşan da ku têkoşîna me çiqasî rewa bû. Di hawêreke ku di nava hefteyekê de 7 rojnamevanên Kurd hatin girtin de çûn hilbijartinan. Ne hewce ye ku ez şirove bikim bê ka ev çiqas nedemokratîk û neqanûnî ye.

Ez bang li her kesî dikim ku ne tenê li dijî girtina me têkoşînê mezin bikin, di heman demê de ji bo şert û mercên ku azadiya çapemenî û pêk bê pêk bên jî têkoşînê bidin. Weke şagirtên Apê Musa tevî hemû astengî û girtinan em ê bêdeng nemînin. Bijî Çapemeniya Azad.

Girtîgeha Jinan a Girtî qawîşa 6-1

Sîncan / Enqere"