TJA: desthilatdariyê serkeftina xwe ya sexte îlan kiriye

TJA’yê diyar kir ku hilbijartina serokomariyê ne hilbijartinek meşrû bû got: “Desthilatdariyê bi siyaseta tundî, nefret û derewan heqîqet berovajî kir û serkeftina xwe ya sexte îlan kir. Em ê xebatên xwe berdewam bikin.”

Navenda Nûçeyan- Tevgera Jinên Azad (TJA) der barê encamên hilbijartinên serokkomarî û parlamenteriyê de daxuyaniyeke nivîskî da û destnîşan kir ku li Rojhilata Navîn guherîn çêdibin, ji nû ve tê sazkirin. Rojhilata Navîn ketiye pêvajoyek ku guherînên ku çêbûne û vesazbûn çêbûye û da zanîn ku ev pêvajoya krîtîk a di aliyê jinan de metirsî bi xwe re aniye. 

‘Wê siyasetek li dijî Kurd û jinan were meşandin’

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di vê pêvajoya vesazbûnê de bi awayek rêxistinkirî û bi bandor beşdar bûne, ji bo jin û azadiya Kurdan berpirsyariyek dîrokî divê û wiha hat gotin:

“Li hemberî sedsala jinan akturên faşîzmê dixwazin bi navê ‘sedsala nû sedsaleke ku ji jinan, Kurdan û gelên din re ji bilî şer, xizanî û qirkirinê tu tiştekî din neyne ava bikin. Rejîma AKP û MHP’yê ya faşîst HUDA-PAR’a ku wek maşika dewletê bi kar tîne jî daye gel xwe û dê li Kurdistanê siyasetek li dijî Kurdan û jinan bimeşîne. Bêguman ev rewş ji bo me jinan sedema têkoşînê ye.”

‘Hilbijartin bi awayek wekhev çênebû’

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hilbijartin qadeke ku gel têkoşîna xwe ya demokratîk di hawirdoreke adil de bimeşîne, di rewşên dijber de vediguherin navgînên zordestiyê yên meşrûkirina hebûna serdestan. Tam jî di vir de, van hilbijartinên ku serdestan dixwestin hebûna xwe pê meşrû bikin, di hawirdoreke ne adil a pêkutî û zordestiyê de pêk hat û wiha hat gotin:

“Di hilbijartinên 2023’an ên ku em wek navgîneke têkoşînê ya ji bo hilweşandina faşîzmê ya bi destê jinan û Kurdan û avakirina komara demokratîk dibînin. Wek TJA, me li qadê bi ruhê seferberiyê peywir û berpirsiyarî wergirt. Ji bo ku em dawiyê li dijminatiya li dijî jinan vê desthilatdariya mêr a faşîst bînin. Rê li qirkirinajinan a ku bi salan e bênavber didomîne bigrin, qirkirina ku faşîzm li ser gelê Kurd pêk tîne bi dawî bikin, ji bo gel mafê jiyana wekhev, adil û demokratîk a li vî welatî bi dest bixin, bi tevgerên jinan ên Tirkiyeyê re, wek Tevgera Jinên Kurd, me serperiştiya xebatên hilbijartinê kir. Di van rojên ku pêkutî û zordestî di pêvajoya hilbijartinê de jî bênavber didomin û me têkoşîna xwe di rewşeke newekhev de didomand de, bi dehan hevalên me yên ku di xebatan de cih digirtin û vîna veguherîn û demokrasiyê derdixistin holê hatin binçavkirin û girtin. TJA’yê careke din vîna bi hezaran jinên ku di têkoşîna jinan de bûye kevneşopiya berxwedanê, dizane berpirsiyariya dîrokî ya ku dikeve ser milên xwe pêk bîne û ligel hemû dijwariyan jî di xebatên hilbijartinê de bi rêgezên xwe yên serkêşiya berxwedanê xebitiye, derxistiye holê.”

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku encam çi dibe bila bibe, bi awayekî zelal û bi biryar, bi helwest û vîna demokrasiyê ya gelê xwe, bi awayekî serkeftî li hemberî neofaşîzma ku careke din serdest dibe li ber xwe daye û wiha domiya: “Ev hilbijartin, ne hilbijartineke meşrû ye. Desthilatdarî di vê hilbijartinê de, di şert û mercên wekhev, demokratîk û zelal de bi ser neket. Desthilatdariyê bi siyaseta tundî, nefret û derewan heqîqet berovajî kirin û serkeftina xwe ya sexte îlan kir. Ji bo Erdogan ev serkeftin dê wek ‘Serkeftina Pîrûsê’ bê binavkirin.”

‘Li Kurdistanê gel bersiva desthilatdariyê da’

Di daxuyaniyê de amaje bi wê yekê hat kirin ku nîvê vî welatî vîna xwe ya guherîn û demokrasiyê diyar kiriye û wiha hat gotin: “Li Kurdistanê gel bersivek daye desthilatdariyê. Li hemberî encamên vê hilbijartina ku tu meşrûiyeta wê tune ye; em ê vîna demokrastiyê ya gelan biparêzin, ji bo vê yekê berxwedan û têkoşîna xwe bidomînin.”