TIR’a Binevşî li Nûrdagi ye
TIR’a Binevşî ya ji bo mexdûrên erdhejê ji Silopiyayê bi rê ket, gihişt Nûrdagi. Jinan peyam dan ku dê hevgirtin û piştgiriya wan a bi herêma erdhejê re bidome.
Dîlok – Di çarçoveya xebatên alîkariyê yên Şaredariya Silopiyayê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya ji bo herêmên ji erdhejê bandorbûnê de, bi pêşengiya Rêveberiya Polîtîkayên Jinê di 17'ê Sibatê de kampanya "Piştgiriya Jinan bi Jinan re’ hatibû destpêkirin, dewam dike. Tevgerên Jinên Azad (TJA), nûnerên sendîkaya Genel-Îşê, Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), KESK’ê û gelek saziyên sivîl ên li bajêr piştgirî dabûn kampanyayê. Di çarçoveya kampanyayê de pêdîviyên jinan û zarokan hatin berhevkirin û bi TIR’a Binevşî, gihişt navçeya Nûrdagi ya Dîlokê.
Hevseroka HDP’ê ya Şirnexê Sabûha Akdag a li herêma alîkariyê axivî, wiha got: “Wek TJA’yê em 15 roj in li herêmên erdhêjê ne. Îro jî em li navçeya Nûrdagi ya Dîlokê ne. Em ê alikarî û piştgiriyên xwe yên ji bo jin û zarokan berdewam bikin.”
Hemû derfet hatin seferber kirin
Aktîvîsta TJA’ê Zozan Înan jî destnîşan kir ku ji roja ewil a erdhejê ve hemû derfetên xwe seferber kirine û wiha axivî: “Ji erdhêjê herî zêde jin û zarok bibandor bûn. Em wek TJA’ê ji bo piştgirî û alikariyên bigihînin jinan li her derê seferber bûn. Lê belê desthîlatrdara ku erdhêjê ji xwe veguherand firsendê dest bi polîtîkayên qirêjkirinê kirin. Niha li herêmê koçberî destpê kiriye û bi vî yekê hewil didin ku gelan ji warê wan veqetînin. Lê belê jin li dijî van polîtîkayên qirêj dê li ber xwe bidin û xwedî li axa xwe derbikevin.”