Ji Zaningeha Rojava komxebata zimanê dayîkê
Ji aliyê Zanîngeha Rojava ve bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî bi dirûşma “Şerma mezin ew e ku mirov zimanê xwe nizanibe” komxebatek hate li dar xistin. istin.
Qamişlo - Zanîngeha Rojava ya li bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî bi dirûşma “Şerma mezin ew e ku mirov zimanê xwe nizanibe” li hola Zanîngehê komxebatek li dar xist. Endamên Desteya Perwerde ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Endamên Saziya Zimanê Kurdî ya Rojavayê Kurdistanê, mamoste û xwendevan beşdarî komxebatê bûn.
Komxebat li ser sê mijarên mîna giringiya perwerde bi zimanê dayikê, pêvajoya zimanê kurdî li Rojavayê Kurdsitanê di destpêka şoreşê heta roja me, rewşa zimanê kurdî li her aliyên Kurdistanê û astengî û zehmetiyên perwerdeya zimanê kurdî li zanîngehên Rojava û Kobanê hatin niqaş kirin.
Beşdarên komxebatê li ser girîngiya bipêşxistina zimanê dayîkê û bi Şoreşa Rojava ya xwe dispêre pergala Netewa Demokratîk ku hemu gelan û pêkhateyan hembêz dike re pêşketina Şoreşa Ziman, nêrînên xwe parve kirin.
‘Şoreşa Rojava bû bingehê Şoreşa Ziman’
Endama Saziya Zimanê Kurdî ya Rojavayê Kurdistanê, Mamoste Gul Hesen girîngiya ziman di şoreşê de wiha nirxand: “Destpêkirina şoreşa Rojava, bû şoreşa ziman. Me di gava yekem de li gor derfetên xwe dibistan vedikirin û dibistana me ya yekem li bajarê Efrînê bi navê Remzî Silêman bû. Her wiha li seranserî Rojavayê Kurdistanê saziyên zimanê Kurdî hatin avakirin. Ev şoreş bandor kir ku me karibû saziyên ziman li Heleb û Şamê jî ava bikin. Dewlet di gava yekem de dêriyê dibistanan girt da ku em bi zimanê xwe yê dayikê perwerde nebînin, lê di encama têkoşîn û berxwedana gelê kurd me karibû dêriyê dibistanan vekin û nifşên me bi ziman û dîroka xwe perwerde bibînin. Îro bi keda bi salan me karibû zaningeha kurdî vekin û ciwanên me bi dîrok û çanda xwe perwerde bibînin.”
Cigîra Zanîngeha Rojaya Awaz Silêman der barê komxebatê de nêrîna xwe wiha anî ziman: “Em roja zimanê dayikê li hemû gelan pîroz dikin. Ew komxebat li ser bingeha girîngiya zimanê dayikê li zaningehan de hate li dar xistin. Pêşketin û astengiyên ku rû didin hatin niqaşkirin. Em hêvîdar in ev komxebat ji bo zimanê me bibe bingehek ku em gavek mezin bavêjin.
Bi pergala Netewa Demokratîk çand û ziman tê parastin
Mamosteya Zanîngeha Rojavayê Kurdistanê Gulnaz Ehmed ji bo Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî nêrîna xwe wiha anî ziman: “Her netew û gel bi zimanê xwe heye û ziman hebûna mirovan e. Em wek gel gelek serdeman de derbas bûn ku civak dikaribûn bi rêbazên cuda zimanê xwe biparêzin, lê ew parastin ji ber di aliyê zanistiyê de nehatibû kirin, gelek ziman rastî qirkirin û tunebûnê hatiye. Di serdema niha de dewlet-netew pêşiya zimanê dayikê digire û feraseta yek ziman feriz dike. feraseta yek ziman, feraseta nijadperestiyê ye. weke gelê kurd jî tu mafê me yê ziman nînbû, heta li Sûriyê, Îran û Tirkiyê qedexe bû ku bi zimanê xwe biaxivin. Loma em rastî bişaftinê hatin, lê dayikên me karibûn zimanê me biparêzin. Bi pergala netewa demokratîk re hemû netewên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dijîn, karibûn xwedî li ziman û çanda xwe derkevin. Niha hemû netew bi reng, deng û zimanê xwe cihê xwe di şoreşê de digire. Bi şoreşê re zimanê şoreş jî pêk hat û zimanê me di aliyê zanistî de xurt bû. Fikrê netewa demokratîk fikrê çareseriyê ye.”