‘Li Kirmaşanê zimanê Kurdî di bin gefan de ye’
Mamosteyên perwerdeya zimanê Kurdî li bajarê Kirmanşan ê Rojhilatê Kurdistanê bal kişandin ser polîtîkayên asîmîlasyonê yên ku di van salên dawî de zêde bûne û fikarên xwe anîn ziman.
JÎVAN KEREMÎ
Kirmanşan- Yek ji sedemên bingehîn ku civak pê hebûna xwe ava dike ziman e. Zimanê Kurdî bi salan e li çar perçeyên Kurdistanê rastî polîtakayên asîmîlasyonê hatiye. Li Rojhilatê Kurdistanê jî binpêkirina çandê her roja ku diçe zêdetir dibe. Bajarê Kirmanşanê ji bajarên din ên Rojhilatê Kurdistanê cudatir e. Li Kirmanşanê mamosteyên Kurdî ku bi navên Chiako û Golare tên nasîn der barê pirsgirêkên perwerdeya Kurdî de bersiva pirsên ajansa me dan.
Ji kengê ve hûn perwerdeya bi zimanê Kurdî didin?
Chiako da zanîn ku bersiva vê pirsê ji ber hinek sedeman hinek zor û tevlihev e û wiha got: “Kirmanşan yek ji bajarên stratejîk e. Li vê derê di 30 salên dawî ve Kurdên cuda lê hene. Ji zarokatiya xwe ve ez girîngiyê didim zimanê Kurdî. Lê belê îro Komara Îslamê ya Îranê li Kirmanşanê polîtîkayên asîmîlasyonê dide pêkanîn. Ji ber wê malbatên ne xwecihî, bi taybetî malbatên ku bi Farsî diaxivin, hewl didin hemû kes li cihên vekirî bi zimanê Farisî biaxivin. Ez dixwazim bibêjim li Kirmanşanê ji kîjan salê ve me dest bi mamostehiya zimanê Kurdî kiriye nayê zanîn. Ji ber ku ev çend sal in ez di vê qadê de dixebitim.”
Golare ev bersiv da û got: “Bi salan e bi awayekî ji derveyî fermiyetê ez dixebitim. Ger ez bersivek eşkere bidim, ev 7 sal in di vê qadê de ez perwerde didim.”
Xebatên we weke kesî yan jî bi awayek organîze û di bin banê weqfê de ne?
Chiako got: “Di vê qadê de weke kes di malan de bi malbatan re ez dixebitim û heta min ev kar bi xwendekarên taybet re me da meşandin. Ev yek ji erk û armancên min e. Di heman demê de bi firehbûna xeta medyaya dîjîtal re, min ev kar veguherand maliyetek kêm. Telegram, WhatsApp û Skype di nava xetên ku herî aktîf de cih digrin. Ew beşa ku ez tê de dixebitim beşa wê ya herî girîng di zanîngeha Razî ya Kirmanşanê de bû. Li vê derê xwendekar ji derveyî qada xwe fêrî Kurdî dibin û ev jî ji bo min bûye çavkaniya kêfxweşiyê. Di heman demê de xwendekarên taybet ên ziman, di qada dîjîtal de di demên zêde û bêwestan de ez dixebitim.”
Golare: “Li Kirmanşanê ji ber ewlehiyê û piştre jî ji bo pirsgirêk çênebin min, destpêkê li ser medyaya dîjîtal dest bi xebatê kir. Ji berê vê jî ez bi awayê şexsî dixebitim, wek şexsî aktîfbûn hinek zehmet e û dem derbas dibe, ez 7 salan bi vî awayî xebitîm û heta vê astê hatim.”
Di dema xebatên we de çend xwendekar beşdarî dewreyên perwerdeyê dibûn?
Chiako: “Ez niha nikarim îstatîstîkek bi fermî bidim. Di medyaya dîjîtal de ez ne xwediyê zanyariya ku ka çend kes fêrî ziman bûne de me. Lê belê mirovên min û yên derdora min ger ez bigrim dest ji 400 kesan zêdetir in.”
Golare: “Ev pirsek herî zehmet e ku ji mamosteyek ziman ê dersa taybet dide ye. Li gorî vê ez îstatîstikek diyar nikarim bidim lê belê min perwerde daye nêzî 2 hezar kesan.”
We kîjan zaravayên Kurdî fêr kirin?
Chiako: “Di nava van salan de li gorî eleqeyên mirovan zaravayê Soranî, Kurmancî zêdetir heye, ji ber vê jî min zaravayê Soranî fêrî gelek Kurdên Hemedanê kiriye.”
Golere: “Li Kirmanşanê zaravayê Kalhorî gelek kêm tê axaftin, ev zarava yek ji zaravayê Kurdistanê yê herî girîng e. Ez bi vi zaravayî perwerde didim. Di encamê de ji bo vê zaravayê tiştê ji destê min tê dikim. Gelek kesên ku eleqeya wan ji zaravayê Soranî re heye, ez bi hemû enerjiya xwe perwerde didim.”
Bi giştî li gorî bajarên din li Kirmanşanê zimanê Kurdî di kîjan astê de ye?
Chiako: “Ez dikarim bibêjim li Kirmanşanê du kom hene. Ya yekem koma Kirmanşanê ya Rojava û koma duyem jî ya Rojhilat e. Mixabin koma duyem ji ber polîtîkayên li bajar di fêrbûn û fêrkirina zimanê Kurdî de kêm dimînin.”
Golare: “Li Kirmanşanê di bin destên hikumetê de meşandina xebatê bi xeter e. Li Kirmanşanê zexta li ser ziman li gorî bajarên din zêdetir e.
Ger em behsa asîmîlasyonên van salên dawî bikin rewş çawa tê dîtin?
Chiako: “Der barê vê pirsê de li hinek qadan rewş baş bûye, di malbatên bi perwerde de heta bi ciwanan re hişmendî ava bûye. Ev ji bo mezinan bûye hêviyek, hezkirina fêrbûnê zêde bûye.
Golare: “Li gorî salan rewş baş bûye û di van pêvajoyên dawî de ez dikarim bibêjim lez dane asîmîlasyonê. Lê belê hêvî heye, ew ji girîngîdayîna ciwanên Kurd a edebiyata Kurdî ye. Ger ev wisa berdewam bike li Kirmanşanê di mijara pêşketina zimanê Kurdî de hêvî heye.”