Têkoşîna jinên Cezayîrê ya li hember gotinên gelêrî yên cudakar

Gelek gotinên pêşiyan ên li Cezayîrê, ger ku jin li gor pîvanên civakê tevbigerin û bibin ‘jina malê ya guhdar’, pesnê jinan didin. Lê ger ew bi îradeya xwe sînorên ku civakê danîne pêşiya wan derbas bikin, rexne li wan dikin.

RABIA XERÎS

Cezayîr – Tevî ku gotinên pêşiyan ên kevneşopî roleke girîng di çandê, avakirin û xurtkirina baweriyan a di civakan de dilîzin jî, beşek mezin ji wan bandorek mezin li ser meyla civakî dikin. Di serdemeke xurtkirina komek reftar, raman û zagonên ku feraseta mêr wê ramanê xurt dikin de, jin ji mêran kêmtir in.

Gotinên ku jin û rolên wan biçûk dikin

Gelek gotinên pêşiyan di nav civakê de hene ku êşa jinên ji temenê asayî derbas dibin nîşan didin. Mînak; "Kilê xwe bide jina kor û bide jina pîr da ku li ser te sêrbazî bike." Ev yek ji gotinên hevpar ên di civaka Cezayîrê de ye, ku jinan dişibîne "erdê ku ji bo çandiniyê ne guncav e" û peyva "sêrbazî" tê wê wateyê ku jin tenê ji bo sêrbaziyê guncav in. Gelek gotinên pêşiyan ên dişibin hev hene ku heman armancê pêk tînin. Mînak; "Yê ku bextewar e dê bizivire", "Tu tenê pêdivî bi kulîlka diranan heye, ey jina çav-xwar" û "Ew ê bimire û çavên wê dê li ser malan bin" di nav civakê de tên vegotin.

Gelek mînak hene ku hê jî di nav malbata Cezayîrî de kok girtine. Sedemek rasterast a zêdebûna êşa jinên ku ji zarokanînê bêpar mane û yên ku şansê wan nîn e kurek bînin dinyayê ev e. Di nav van gotinan de "Jina bê zarok mîna konê bê pîç e" heye, ku tê de jin nikare ji bilî zarokekî kur, di nav malbatê de pozîsyonek taybet bixwaze. Di heman demê de gotinên ku nijadî û cudakariyê dike navbera jin û mêran hene. Mînak; "Kurek di kêfxweşiyê de zêde dibe, bi kêfxweşiyê dizewice û bi birînekê dimire û keçek di êşê de zêde dibe, bi birînekê dizewice û bi birînekê dimire" hene.

Guhertin û nakokiyên cuda

Profesora antropolojiyê Malîka Hayoun Mehdî dibêje ku her kesê ku li ser van gotinên pêşiyan bifikire, dê nakokî û hevberdanên cûda bibîne û got: "Du beş hene: beşa yekem  pesnê jinan dide û statu û pozîsyona wan di malbatê de bilind dike, bi taybetî jî dema ku dor tê ser rola wan a wek dayîk û perwerdekar. Lê eger jinek hewl bide ku wê derbas bike, xwe jê azad bike û ji qada civakî ya ku jê re hatiye dayîn derkeve, ew nirxa xwe kêm dike û dighê xala pratîkkirina tundiyê. Gotinên pêşiyan li gorî statuya jinan û rola ku dilîzin hatine tekûzkirin."

Di vê çarçoveyê de em dikarin meselokên ku li jinên berdayî kêm dinêrin bi bîr bînin. Ev meselok, wan wek "têkçûyî" bi nav dikin. Mînak wek "goştê deve rizî ye", ku tê vê wateyê laşê jineke berdayî bêqîmet e, her wiha jineke ku şansê wê tunebûye ku bizewice.

Civaka Cezayîrî ya serdest rola jinan tune dike

Malîka Mehdî derbarê gotinên gelêrî yên hişk ên li ser jinan de tekez kir ku ew ji lêkolînên ku li ser tevger û çandên mirovan kiriye îlham digre. Malîka girêdayî mijarê wiha axivî: "Civaka Cezayîrê civakek e ku ji hêla mêran ve serdest e û jin di rêza duyemîn de ne. Ji ber vê jin bi gelek pirsgirêkan re rûbirû dimînin da ku hebûna xwe îspat bikin. Jin bi têkoşîna xwe di pêşengî û raya xwe ya saxlem de di rêvebirina qeyran û pirsgirêkên dijwar de serketî bûn, berevajî gotina gelêrî ya ku dibêje: "Ramanek baş ji jinê nayê" ev gotin bi çîroka ku dibêje: "Ger jinek berpirsiyarê karûbarên wan be, gel dê bi ser nekeve" tê.

Li gund û bajaran ji hev cuda ne

Malîka Mehdî asta guhertina wateyên gotinên pêşiyan bi demê re dît û wiha gotinên xwe domand: "Ev gotin hinekî kevneşopî bû ji ber ku ew sînorên kevneşopî di civakek diyarkirî de temsîl dikir. Bê guman, bi guhertin û azadbûna jinan û dûrketina wan a ji şêweya civakî ya serdest ber bi rolên nû yên di jiyana giştî de, ev gotin guherî. Bi taybetî li bajarên mezin li gor bajarên hundirîn, çiyayên bilind û heta deverên belavbûyî yên eşîran û başûr. Li bajarên mezin gotinên pêşiyan ê xwedî karekterek materyalîst bûne û beşek mezin ji wan niha ji hêla materyalîzmê ve serdest in û bê nirx in. Mînak; gotina 'Yê ku pereyên wî tune ne, gotinê wî jî tuneye" her wiha gotinên pêşiyan dest pê kirine ku jinan wek makîneyên materyalîst û hesabker nîşan bidin."

'Gotinên gelêrî yên rast çanda civakê diparêze'

Profesora antropolojiyê Malîka Hayoun Mehdî axaftina xwe bi gotina "Gotinên pêşiyan ên gelêrî beşek ji çanda gelêrî ne ku divê em biparêzin, lê divê em li hember her tiştê ku dikare bandorê li civaka me bike, baldar bin" bi dawî kir.