Parêzer ber bi Îmraliyê ve bi rê ketin

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ber bi Îmraliyê ve bi rê ketin.

Navenda Nûçeyan – Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ber bi Îmraliyê ve bi rê ketin. Hat zanîn ku di şandeyê de Cengîz Yureklî, Raziye Ozturk û Îbrahîm Bîlmez cih digirin. 

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê Ozgur Faîk Erol, di hevdîtina 27’ê Sibatê ya bi Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş re de cih girt. Herî dawî parêzer Rezan Sarica û Newroz Uysal di 7’ê Tebaxa 2019’an de li Îmraliyê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kiribûn.