Li Nepalê di xwepêşandanan de 72 kes jiyana xwe ji dest dan

Hikûmeta nû ya Nepalê, ragihand ku di çalakiyên tundiyê yên li Katmanduyê di destpêka hefteyê de qewimîn de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 72 û hejmara birîndaran jî bû 191 kes.

Navenda Nûçeyan – Hikûmeta nû ya Nepalê, hejmara kesên ku di çalakiyên li dijî gendeliyê yên vê hefteyê de jiyana xwe ji dest dane ber bi jor ve revîze kir û ragihand ku herî kêm 72 kes jiyana xwe ji dest dane.

Ev bûyer, ji sala 2008’an û vir ve piştî rakirina monarşiyê mîna çalakiyên herî xwînrêj ên welat hatin tomarkirin.

Xwepêşandanên dijî gendeliyê yên ku ciwanan pêşengî kirin û li dijî zordariya polîsan destpê kirin, bûn sedema îstîfaya serokwezîr KP Sharma Oli. Li şûna wî, Sushila Karki ya ku bi helwesta xwe ya serbixwe tê naskirin, wekî serokwezîra demkî hate tayînkirin. Karki wê şeş mehan li ser erkê bimîne û heta hilbijartinên ku ji bo Adara 2026’an têne plankirin welat birêve bibe.

‘Divê em bi ramana nifşê ciwan re lihevkar bixebitin’

Serokwezîra nû, di yekem daxuyaniya xwe ya piştî destbikarbûnê de got: “Divê em bi ramana nifşê ciwan re lihevkar bixebitin. Daxwazên wan; bidawîkirina bertîlgiriyê, rêveberiya baş û wekheviya aborî ye. Herwisa wê ji bo kesên ku di çalakiyan de jiyana xwe ji dest dane yek hûrdemê rêz girt.”