‘Tecrîda li ser Rêber Apo azadî û vîna jinan hedef digre’
Hevseroka Giştî ya Yekitiya Parêzeran a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Beşîra Cemal Dîn diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de azadiya jinan û vîna wan hedef digre.

RONÎDA HACÎ
Hesekê – Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi salan e li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de tê girtin. Abdullah Ocalan ku di sala 2019’an de piştî grevên birçîbûnê yên li girtîgehan belavbû bi parêzerên xwe re 5 hevdîtin pêk anî, bi qedexeya parêzeran ya di 27’ê Tîrmeha 2011’an û heya roja meya îro berdewam dike re rû bi rû ye. Bi Abdullah Ocalan re ku herî dawî hevdîtina malbata wî jî hat astengkirin, herî dawî di 25’ê Adara 2021’an de hevdînek telefonê hat pêkanîn, lê hat ragihandin ku ev hevdîtin jî qut bûye. 20 meh in ji Abdullah Ocalan agahî nayê girtin. Şert û mercên tecrîdê di her firsendê de tên ser ziman, serdana Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) fikarên cuda jî bi xwe re anî. Buroya Hiqûqê ya Asrinê di daxuyaniya xwe de diyar kir ew bihîstine ku Abdullah Ocalan derneketiyê hevdîtina bi CPT re.
Hevseroka Giştî ya Yekitiya Parêzeran a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Beşîra Cemal Dîn derbarê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de nirxandin kir. Parêzer Beşîra Cemal Dîn teqez kir ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sûcekî li dijî mirovahiyê ye û got: “Mafê jiyanê mafekî cewherî yê her mirovî ye û dive qanûn vî mafî biparêzin û nabe ku tu kes bi awayekî kêfî jiyana mirovek din mehrûm bike, ev maf jî di rewşên awarte de nayê rawestandin.”
‘Dewletên hegemonîk sîstema demokratîk wekî xeterî li ser desthilatdariya xwe dibînin’
Beşîra Cemal Dîn anî ziman ku çareserkirina pirsgirêka Kurd, tê wateya çareserkirina pirsgirêkên li Rojhilata Navîn û wiha domand: “Ji destpêka şoreşê ve heta niha birêz Ocalan banga çareserkirina pirsgirêkan bi awayekî aştiyane û demokratîk dike. Ev çareserî bandorê li aliyên din ên Kurdistanê û doza Kurdistanê û Rojhilata Navîn dike. Ji ber siyaseta ku netew dewletan ango yên hegemonîk bi sedan salan e li ser Rojhilata Navîn ferz kirine, Rojhilata Navîn di nava gelek pirsgirêkan de ye. Li hemberî vê siyasetê sîstema neteweya demokratîk ava bû. Dewleta Tirk, dewletên hegemonîk û sîstemên netew dewletan ên li ser esasê înkarkirina gelan û afirandina aloziyan xwe ava dikin, sîstema demokratîk wekî xetere li ser desthilatdariya xwe dibînin lewma tecrîd giran kirine.”
‘Felsefeya Rêber Apo nirx û kedek mezin dide jinan’
Beşîra Cemal Dîn destnîşan kir ku jin bi ruhê berxwedanî û bi felsefeya Jin jiyan azadî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bişkîne û wiha dirêjî da gotinên xwe: “Tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan tê meşandin sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Dewlet bi tecrîdê dixwaze dengê hemû jinan qut bike û dawî li xebata jinan û rêxistinbûyîna wan bîne. Ji ber ku birêz Ocalan di hemû têkoşîna xwe de nirx û kedek mezin dide jinan. Dixwazin bi tecrîdê xebatên jinan qels bikin lê belê berovajiyê vê jin xwedî li Rêberê xwe derdikevin û dê tecrîdê bişkînin. Ramanên Rêber Ocalan ji bo tevahî jinan kilîta aştiyê ya gelên Rojhilata Navîn e.”
Beşîra Cemal Dîn di dawiya axaftina xwe de bang li rêxistinên hiqûqî û mirovî kir ku bi lez destwerdanê bikin ku tecrîda li ser Rêber Gelê Kurd Abdulah Ocalan bi dawî bikin her wiha bang li azadîxwazên li cîhanê kir ku li hemberî van sûcên dermirovî bisekinin da ku zextê li hikumeta Tirkiyeyê bikin dest ji cezayên derzagonî berde, parêzer û malbat, Rêber Ocalan bibînin û azadiya fizîkî ya Rêber Ocalan pêk were.