Îranî biryara NY’ê bi kêyxweşî pêşwazî kirin
Çalakiyên gelên Îran û Rojhilatê ku biryara NY’ê ya ji Komîsyona Statuya Jinan derxistina Îranê bi kêfxweşî pêşwazî kirin, dewam dike.

Navenda Nûçeyan – Neteweyên Yekbûyî ragihand ku di encama dengdana Encumena Aborî û Civakî ya Neteweyên Yekbûyî ya ji 54 nûneran pêk tê de, biryar hat dayîn ku Îran ji Komîsyona Statuya Jinan were derxistin. Komîsyon bi armanca xurtkirina wekheviya zayendî û bihêzkirina jinan xebatên hevpar dimeşîne. Ji welatên endam ên beeşdarî dengdanê bûn 29 jê ji bo ji komîsyonê derxistina Îranê deng dan, 16 jî bêalî man. Bolîvya, Şîlî, Kazakistan, Nîkaragua, Nîjerya, Oman, Rûsya û Zimbabwe li dijî biryarnameyê deng dan.
Agir hatin pêxistin û dirûşmeyên li dijî rejîmê hatin berz kirin
Li Îranê serhildana ku piştî qetilkirina Jîna Emînî dest pê kir didome, gelê duh li Seqîz, Sinê, Îlam, Urmiye û bajarên din ên Rojhilatê Kurdistanê daketin qadan, agir pêxistin û dirûşmeyên li dijî rejîmê berz kirin. Dema li bajarê Seqizê jî di navbera hêzên rejîmê û çalakvanan de pevçûn derket, der barê kuştî û birîndaran de jî agahiyek zelal nehat wergirtin.
Li Sîstan-Belûcistan, Çabehar, Tahran, Yezd, Ehwaz, Kerman, Karaj, Îsfehan, Meşhed, Kum, Zencan, Tebrîz, Şîraz û bajarên din jî çalakvanan dirûşmeyên dijî rejîmê berz kirin û bi agir berdana pankartên rejîmê derketin kolanan.
Gelê Îranê û Rojhilatê ku dev jî qadan bernadin, biryara NY’ê girt jî bi coş kêyfxweşî pêşwazî kirin.