Sonia Sharifi ya 16 salî bi kefaletê hat berdan

Sonya Sharifî ya 16 salî ku ji ber piştgirîdayîna xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê polîsên Îranê ve hatibû girtin, bi kefaletê edlî hat berdan.

Navenda Nûçeyan – Soniya Sharifi (16) ya xelkê bajarê Îlam a Rojhilatê Kurdistanê berî du mehan ji aliyê dadgehên Îranê ve hatibû girtin. Sonia Sharifi ya ji ber beşdarbûna xwepêşandanên Rojhilat û Îranê hatibû girtin, ji aliyê dezgeha dadweriya Îranê ve bi “hewldana destpêkirina şerê navxweyî li Îranê” hatibû tohmetbarkirin. Soniya Sharifi piştî çalakî û zextan bi kefaletê hat berdan, her wiha hat diyarkirin ku dê darizandina wê bidome.

Azadkirina Sonia Sharifi li bajarê Îlamê bi coşeke mezin hate pêşwazîkirin û gel bi qîrîna dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” govend gerand. Cejna berdana Sonia Sharifi ne tenê li ber girtîgehê li gelek deverên bajêr jî hat pîrozkirin. Gel peyam da ku ji bo azadiya hemû girtiyan wê têkoşîn bidome.