‘Tecrîd li ser her kesê ku têdikoşe tê meşandin’
Parlamenterên HDP'ê yên ku diyar kirin tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser hemû pêkhateyên civakî yên li Tirkiyeyê dijîn tê meşandin, xwestin qanûn bên bicihanîn û hevdîtin bê pêkanîn.

Enqere – Nobeta edaletê ya parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya ji bo dawî anîna tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dabûn destpêkirin, di roja 23’emîn de ye. Parlamenterên HDP’ê Alî Kenanoglû, Zeynel Ozen, Şevîn Coşkun, Mûrat Sarisaç, Kemal Pekoz, Erdal Aydemîr, Mûrat Çepnî, Celadet Gaydali, Abdullah Koç û Habîp Eksîk li pêşiya Meclisê daxuyanî dan.
’Li vir sûcekî hiqûqî tê kirin’
Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku tecrîd bi awayekî pir alî tê meşandin û wiha hat gotin: “Gelek aliyên tecrîdê hene. Yek ji van aliyê hiqûqî ye, ya din aliyê mirovî û ya sêyemîn jî aliyê siyasî ye. Ji hêla hiqûqî ve em dikarin bibêjin ku li gorî Makeqanûna Tirkiyeyê tecrîd sûc e. Mafên girtiyan ên hiqûqî hene ku hevdîtinên bi parêzer û malbatan re ji wan mafan in. Lê nahêlin ji van mafên xwe sûd bigirin. Li vir sûcekî hiqûqî tê kirin. Hevdîtinên bi parêzer û malbatan re tên astengkirin. Lewma jî Makeqanûna Tirkiyeyê û qanûnên wê li Girava Îmraliyê nayên bi cih anîn.”
‘Sedema tecrîdê, siyasî ye’
Di daxuyaniya ku bal hat kişandin ku li girava Îmraliyê sûcê mirovahiyê hatiye kirin û hate destnîşankirin ku li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din îşkence tê kirin. Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser aliyê siyasî yê tecrîdê jî û wiha hat gotin: “Aliyê din ê girîng jî sedemên siyasî ye. Sedema tecrîdê, siyasî ye. Dema em li van sedemên siyasî dinihêrin jî dibînin ku pirsgirêka kurd û neçareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk çendek ji van sedeman in. Ji ber ku tecrîd tenê li dijî şexsekî nayê kirin, aliyekî siyasî heye. Kesê tê tecrîdkirin kesekî jirêzê nîne. Ev tecrîd di serî de li gelê kurd û hemû civakên Tirkiyeyê tê ferzkirin.”
'Tecrîd li dijî hemû kesên têdikoşe tê pêkanîn’
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku tecrîd, bandorê li hemû derdorên civaka Tirkiyeyê yên aliyê ked û azadiyê digirin dike û hat destnîşankirin ku divê ev tecrîd weke mijareke zilm, zordestî û zexta tenê li ser şexsekî û tenê gelê Kurd tê pêkanîn, neyê dîtin.
‘Divê li gorî qanûn û makeqanûnê tevbigerin’
Di berdewama daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Weke HDP’ê em di heman demê de vê tecrîdê weke tecrîdeke li dijî xwe dibînin. Ji ber ku heke polîtîkayên zext, zilm û zordestiyê li ser hemû derdorên civakê û mirovan hebe, ev yek nîşan dide ku cihê guftûgo lê tê kirin hatiye terikandin û demokrasî hatiye tunekirin. Ji bo ku siyaset û aboriya Tirkiyeyê bi ser xwe ve were û asayî bibe, daxwaza me ew e ku dev ji vê polîtîkaya tecrîdê berdin. Ji ewil divê mafên hiqûqî yên hevdîtina bi parêzer û malbatan re yên birêz Ocalan û girtiyên din bi cih bînin. Weke ku Girava Îmraliyê ne xaka Tirkiyeyê be tevdigerin û hiqûqeke pir cuda li wir heye. Tecrîd sûcekî li dijî mirovahiyê ye û divê tavilê bi dawî bibe. Divê li gorî qanûn û makeqanûnê tevbigerin û birêz Ocalan û girtiyên din bikarin bi parêzer û malbatên xwe re hevdîtinê bikin.”