Berdana rojnameger Dîlan Oynaş dîsa hat astengkirin
Berdana Rojnameger Dîlan Oynaş a ku 6 sal in li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tê girtîn û tevî ku cezayê wê qediyaye jî nayê berdan, ji aliyê Îdareya Girtîgehê û Lijneya Çavdêriyê ve cara sêyemîn hat astengkirin.

Enqere - Li Tirkiyeyê girtîgehên ku girtiyên siyasî tên ragirtin her roj binpêkirinên mafan zêde dibin, Rojnameger Dîlan Oynaş a ku ji sala 2016'an û vir ve li Girtîgeha Jinan a Sîncanê bi îdîaya "endamtiya rêxistinê" girtî ye, têvî ku cezayê wê qediyaye jî nayê berdan. Dîlan Oynaş a ku ji 26'ê Nîsana 2022'an û vir ve cezayê wê qediyaye, bi biryara Lijneya Îdare û Çavdêriyê di girtîgehê de tê girtin.
Berdana wê hertim tê astengkirin
Lijneya Îdare û Çavdêriyê di 27ê Nîsana 2022'an de bi îdiaya ku 'rewşa wê ya baş tune ye' serbest berneda bû. Di 21’ê Tîrmehê de berdana Dîlan cara duyemîn ji aliyê Desteya Rêveber û Çavdêriyê ve hate nirxandin. Piştî ku Lijneya Îdarî û Çavdêriyê cara duyemîn kom bû, ji ber ku Dîlan “poşmanî” qebûl nekir, dîsa ew serbest berneda û 6 mehên din di girtîgehê de mayîna wê dirêj kir. Lijneya Îdare û Çavdêriyê ya ku di 21ê Çileyê da cara 3'yemîn civiya, ji ber cezayê dîsîplînê yê Dîlanê heye ew careke din berdana wê asteng kir.
Hat îdiakirin ku 'rewşa wê ya baş tune ye'
Dîlan Oynaş di hevdîtina telefonê ya bi malbata xwe re pêk anî de, wiha axivî: “Lijneya Îdare û Çavdêriyê di 21’ê Çile de hatin cem hev. Bi hincet nîşandana cezayê disîplinê ku ji ber berzkirina min ya dirûşmeyê dabûn min, îdiakirin ku 'rewşa wê ya baş tune ye'. Gotin ji ber vê ez tehliye nebim. Lijne dê di 29’ê Adarê de ji nûve bicive û biryarê bide.”