Endamên Talîbanê li ser xwendekarên jin zewacê ferz dikin
Talîbana ku her gav li Afganistanê mafê jinan xesp dike, niha jî zexta zewacê li xwendevanên jin yên zanîgehê dike.

Navenda Nûçeyan – Talîban di Tebaxa sala 2021’an de dest danî ser rêveberiya Afganistanê û gav bi gav welat ji jinan re weke girtîgehê lê kiriye, dema ku car din Talîban rêveberiya welat xist di bin destê xwe de û piştî demekê ji bo jinê ji jiyana civakê dur bixin dest bi qedexeyan kirin. Çûyîna dibîstanê ya jin û zarokên keç hate qedexekirin, jin ji jiyana kar hatin derxistin û gelek qedexeyên din li ser jinan ferz kirin. Niha jî agahî tên ku li Afganistanê Talîban zexta zewacê li jinên xwendevanên zanîngehê dikin.
Fawziya ku li Kabilê jiyan dike û ku wî navî weke bernav bikar tîne û xwendevana zanîngeha tibê ye ji rojnameya El Pais ya Îspanya re axivî. Fawzia ew tiştên ku jiyan kirî di hevdîtinek bi dîmen de vegot û destnîşan kir ku Talîban zexta zewacê li xwendevanên jin yên zanîngehê dikin û got: “Hêzên Taliban, ew xwendevanê ku li gora xwe tespît dikin û ji bo ku li gel wan bi zewicin zextê lê dikin.”
Di nav xwe de xwendevanan hildibijêrin
Fawziwa wiha behsa hûrguliyên zexta Talîban kir: “Talîban di 29’ê Îlonê de bi hêceta ezmûnan xwestin bikevin zanîngehê, piştî ketin zanîngehê, ez ketim wê ferqê de Taliban xefik daniye ber jinên ciwan.”
Fawzia da zanîn ku Taliban bi xwe gotiye mafê xwendina jinan ya zanîngehê nîne û wiha behsa tiştên ku jiyan kiriye kir: “Piştî wê, ez jî di nav de çend xwendevanên din yên jin hilbijartin û xwest ku em bi wan re bi zewicin. Me karî em jî wêderê bi revin û em vegeriyan mal, piştî çend saetan hêzên Talîban hatin mala me û ez ji malbata min xwestim. Piştî wê bi alîkariya bavê min, min karî ez xwe li cihek ji Talîban dûr veşêrim. Li bermaberî bavê min ewqas tundîtûjî pêkanîn lê bavê min cihê mi diyar nekir”
Rojnamegera Afganî Khadija Amin ku neçar ma koçberî Îspanya bibe ev bûyer piştrast kir û got: “Talîban ji bo ku van jinan bibînin li zanîngehê di qeydan de zanyariyên wan yên şexsî bikartîn e.”