Talîbanê qoltuxên pêşîn ên wesayîdan ji bo jinan qedexe kir!

Talîbana ku dest daniye ser rêveberiya Efganistanê, bi taybetî mudaxeleyê warê jiyana jinan dike, di kontrolên rê de bi gotinên “Ev fermanek e” jinên li qoltuxên pêş rûniştîne peya dike, wan neçar dihêle li yên paş rûnin.

BAHARÎN LEHÎB

Herat- Li Afganistanê rêwîtiya di navbera bajaran de yek ji mijarên ku dibe sedema nîqaşan e. Çend ji sedemên ku li pêş rêwîtiya mirovan astengiyê derdixin, pirsgirêkên ewleyê, xirabûna riyan û tunebûna derfetan e. Her wiha jinên Afganistanê dema ku rêwîtiyê dikin bi gelek pirsgirêkan re rûbirû dimînin û rastî gelek zextan tên.

Di rêwîtiya ji Kabîlê heta Heratê de, em bûn şahidên zagonên Talîbanê yên li dijî jinan derxistine.

Zilma li ser jinan didome

Beriya ku Talîban rêveberiya Afganistanê desteser bike, riya Kabîl û Heratê jî weke riyên din ên bajaran weke riya herî bê ewla xuya dikir. Gelek caran ciwanên di karên leşkerî de dixebitîn, ji aliyê Talîbanê ve di rê de ji wesayîdan dihatin peyakirin, rastî lêdanê dihatin an jî serê wan dihat jêkirin. Wan deman dema ku bi jinan re mêr tunebûna nikaribûn derkevin rê. Talîbanê piştî 20 salan careke din di 2021’ê de dest danî ser rêveberiya Afganistanê. Careke din li dijî mirovan û bi taybetî jinan bi awayên cuda zilmê dike.

‘Jin nikarin li qultixên pêş rûnên’

Mirov her dem neçar in nasnameyê bi xwe re bigerînin. Dema ku ji bîr bikin, neçar dimînin bi saetan bersiva pirsên endamên talîbanê bidin û gelek caran jî rastî şîdetê tên. Di dema kontrolên rê de rêwiyên mêr ji wesayîdan tên peyakirin û lêgerîn li ser wan tê kirin. Ger di wesayîdê de jin hebe divê îsbat bike ku mêrek pê re heye û ji bo îsbat bike jî divê belgeyek pê re hebe. Mafê tu jinê tune ye ku li qotxixa pêşîn a wesayîdê rûnê. Ger jinek di qultixa li pêş de hebe, heqaret li mêrê teniştê dikin û wî biçûk dixin.

Bi çekê gef li wan tê xwarin

Di rêwîtiya xwe de me bi malbata ku du zarokên keç ên biçûk bi wan re bûn re rêwîtî kir. Malbat di qoltixa li pêş de rûnişt. Dema ku wesayîdê di benda yekem a kontrolê de dan rawestanin, em hê nû ji bajarê Heratê derketibûn. Milîsên Talîbanê jina ku di qoltuixa pêşîn de rûniştî bû bi zorê peya kirin û jê xwestin li qoltixa paş rûnê û gotin ku ev yek ferman e. Hemû rêwî li dijî vê yekê derketin lê milîsan bi çekan gefê li jin û zarokan xwarin û jin û zarokên wê neçar kirin li qoltixa paşîn rûnên.

Ji dema ku Talîbanê dest daniye ser rêveberiya welat ve heta niha, li dijî jinan gelek qedexeyan dertîne û hewl dide bixe pratîkê.