Talîban zorê dide jin û zarokan ku bizewicin

Şukriya Nasim a ku ji ber zextên Talîbanê yên li Afganîstanê di temenekî biçûk de hat zewicandin, diyar kir ku wê di kursên ku li malê hatine vekirin de perwerdeya xwe berdewam dike.

BAHARÎN LEHIB

Herat- Bi dagirkirina Talîbanê li Afganîstanê, jin û zarok neçar dimînin ku bizewicin. Talîbanê ferman da ku gund û navçeyên parêzgehên bakurê Afganîstanê alayên spî li ser serê xaniyan li gorî hejmara keçan û alayên spî li gorî hejmara jinên ku hevjinê wan miriye an jî hevberdayî ala sor daliqînin. Dema ku gelek malbat neçar man herêma ku lê dijîn biterikînin, gelek malbat jinên ciwan bi xizmên xwe yên nêz re zewicandin.

'Malbata min bi zorê li min kir ku ez bizewicim'

Şukriya Nasim a ji Heratê yek ji wan kesan e ku ji ber zextên Talîbanê di zarokatiya xwe de zewiciye. Şukriye Nesîm got, “Beriya ku Talîban werin ez di pola 11’an de bûm. Dema Talîban hat ser desthilatdariyê êdî destûr nedan ku ez biçim dibistanê. Ez li malê pirtûkên çîrok û dibistanê dixwînim û hîn jî li qursên malan beşdarî dersan dibim. Çar meh in ez zewicîme, lê ji ber bûyerên ku hatine serê jinan, malbata min bi zorê ez dam bizewicim. 

'Ew min teşwîq dikin'

Şukriya Nasim diyar kir ku ji aliyê malbata hevjinê xwe ve rastî zextan nayê û wiha got: "Başe ku malbata hevjinê min astengî li xwendina min nakin, min teşwîq dikin. Dibêjin her ku ger deriyê dibistan û zanîngehan vebe dê biçî dibistanê. Ji ber vê yekê li nêzîkê qursa malê heye û ez ê biçim wir. Şîreta min li jinên din ên ku ji perwerdeyê mane re eve ku bila Pirtûkên dibistanê bikirin, çîrokên baş bixwînin û bê guman beşdarî qursên malê yên li nêzî malên xwe bibin."