Taban Germiyan: Divê jin bi xwe dîroka xwe binivîsin

Siyasetmedar û nivîskar Taban Germiyan diyarkir ku dîroka jinê ya bi nivîsandina desthilatdaran tê vegotin bi awayek rast bi destê jinê nehatiye nivisîn û anî ziman ku divê jin bi xwe bibin nivîskarên dîroka xwe.

ŞÎNYAR BAYÎZ

Silêmanî – Di dîroka mirovatî û civakbûnê de jin bûye avakerê jiyanê û heta niha di aliyê jiyan, siyasî, civakî, aborî û hwd de pêşengî kiriye û dike. Lê di vê dîroka mirovahiyê de ku bi hişmendiya mêr hatiye nivîsandin, dîroka jin hatiye berevajîkirin. Siyasetmedar û nivîskar Taban Germiyan a li ser rast nenivîsandina dîroka jin de axivî bal lê kişand ku divê jin bi xwe bibin nivîskarên dîroka xwe.

Taban Germiyan wiha got: “Ji bo zanîna dîroka jina Kurd, divê kurd û jinên kurd vegere ser qonaxa dîroka xwe ku di salên bûrî de jin çibûn û çawa jiyan kirin e. Bi taybet ew salên ku dîroknas behs dikin, ji ber kurd parçe parçe bûne jin di nava alozî û pirsgirêkên siyasî de bûne. Hinek çavkaniyên dîrokî yên me nîne ku jinên têkoşer ên ku di nava dîrokê de hatine behskirin derbixin, yên heyî jî bi tiliyê dest tên hejmartin. Lê belê ev ji bo dîroka jinê têrê nake. Di serhildanan de jin li gelek qadan de cih girtiye.”

‘Hewldanên jinan hat astengkirin’

Taban Germiyan wiha domand: “Salên bûrî hinek hewl hebûn ji bo tomarkirinê, lê belê piştre rê li wê jî hate girtin. Ger dîroka jinê, jin bi xwe ne nivîse, wê kî binivîse? Ger mêr jî binivîsin li gora xwe û bûyeran dinivîsin. Divê jin diyar bikin ku hebûan wan di nava malbat û aliyên cûda yên civakê de heye. Lê belê heta niha jî bi çavê kêm li jinan temaşe dikin. Ji dîrokê heta niha hemû qurbaniyên gelê Kurd di enfal, kimyabaran û komkojiyên weke komkojiya geliyê Zîlan, Dersîm, Sine, Qamişlo lê belê tu daneyek berdest nîne ku çend jin şehîd bûne yan jî çend dayîk şehîd bûne. Li aliyek din jî ew kêmûkurtiyên ku hene û ji bo dîroka jin tu daneyek li ber dest nîne.”

‘Rêxistinên jinan ji bo komkirina dîroka jinê karek nekirine’

Taban Germiyan amaje bi wê yekê kir ku rêxistinên jinan ji bo komkirina dîroka jinê tiştek nekirine û wiha dom kir: “Rêxistinên jinan heta niha derbarê dîrokê de zanyariyek ya wan ya giştî nine ji ber vê jî dane di aliyên cûda de tên komkirin. Ji ber ger dane nebin nikare plan hebin ji bo xizmetkirina jinan, hebûna daneyan dibe alîkar ku nivîsîna dîrokê bi awayek rast, were nivîsin, nivîsîna dîroka jinê  giring e bibe pêşeng ji bo jinên din û jin bikarin jinên pêşeng bikin mînaka jiyana xwe. Li başûrê Kurdistan kes ewqas bi pirsgirêka jiyanê weke xwendin, aborî û pirsgirêkên di nava malbatan de û kuştina jinan ve mijul dibin, ewqas bi jinên pêşeng û dîroka jin ve mijul nabin.”

‘Divê jin bi xwe dîroka xwe binivsînin’

Taban Germiyan herî dawî wiha got: “Divê karkirina jinan bibe dîrok ji bo ew dîrok winda nebin ku jin çavakaniya jiyanê ne. Lê belê mêran xwe kiriye xwedî. Li Başûrê Kurdistan jin bi destxistina cih de û kesayeta xwe de divê jin hewla nivîsîna dîroka xwe bidin. Her jinek di qadekê de kar dikin û ezmûna wan heye, divê dîrokê binivîsin.”