Sîham Boucetta: Jin li hemberî koletiyê berxwedaneke dîrokî nîşan didin
Sendîkavan Sîham Boucetta diyar kir ku jinan li dijî metîngerî û koletiyê berxwedaneke dîrokî nîşan didin û got ku rêya wekheviyê zehmet e, lê hemû jin wê bi hevgirtinê re wê hêsantir bikin.
ZOUHOUR MECHERGUI
Tûnis – Sîham Boucetta ku di beşa perwerdeyê ya Sendîkaya Karkerên Giştî ya Tûnisê de dixebite, di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de bersiv da pirsên ajansa me. Sîham Boucetta, diyar kir ku tevgera femînîst a li Tûnisê ji bo guhertina qanûnan xebatên girîng kirine û diyar kir ku têkoşîna wan a niha li ser pêkanîna qanûnan e.
*Hûn hebûna jinan di nava xebatên sendîkayî de çawa dinirxînin?
Ez di beşa perwerdeyê ya Sendîkaya Karkerên Giştî yên Tûnisê de dixebitim. Ji bo jinên Tûnisî serkeftinek girîng e ku ji bo cara yekê li welêt, du jin di ofîsa rêvebirina neteweyî de rol digirin. Ev serkeftin vedigere dîroka têkoşîneke mezin a jinên Tûnisî. Di nava sendîkayan de cihgirtina jinan di cihên biryardayînê de şoreşgerî ye. Em di dîroka Federasyonê de tenê jinekê dibînin, lê di konferansa dawî de ev hejmar bû du jin. Jinan hebûna xwe li qadan îspat kiriye û di xebatên sendîkayî de xebatên girîng dikin.
*Jinên Tûnisî ji cudahiya qanûn û qanûnê gazinan dikin. Li gor we di pêkanînê de kêmasî hene gelo?
Tûnis di warê mafên jinan de pêşeng e û ev serokatî di warê rewşa jinên Ereb û heta Ewropî de xwedî girîngiyeke dîrokî ye. Gava em Kovara Rewşa Kesane, ya ku di sala 1956’an de hatî çap kirin lêkolîn dikin, em dibînin ku ew di asta naskirinê de pêşeng e. Parastina mafên jinan, rêjeya xwendinê ya keçan û hebûna wan a bi hêz û bi bandor, baştirîn îspata vê yekê bû. Di mijarên wek pirzewacî, rêziknameya zewac û hevberdanê û pêşîlêgirtina zewaca di temenê biçûk de biryarên girîng hatin girtin. Piştî şoreşê jî têkoşîna femînîst bi pêşxistin û kûrkirina van destkeftiyan berdewam kir. Me îdiaya xwe ya jiyana wekhevî domand. Mînak jin rastî şîdetê tên û em vê feraseta şîdetê bi perspektîfeke piralî re mijûl dikin. Bi taybetî di civakên baviksalarî de jin rastî tundiya aborî, siyasî û çandî tên. Tevgera femînîst ji bo guhertina qanûnan gelek hewldan kir, lê di pêkanîna qanûnan de pirsgirêk hene. Divê kêşeya me ya din li ser pêkanîna qanûnan be.
*Bi dîtina we ji bo cîbicîkirina yasayan divê çi bê kirin, çareyên we yên derbarê mijarê de çi ne?
Hişmendî ji bo veguherînek civakî girîng e. Mînak ger qanûnek li dijî şîdetê hebe divê di nava civakê de jî xwe nîşan bide. Divê li dijî tundiyê tedbîr bên girtin. Em li dijî tundiyê bernameyên xwe yên hişyarkirinê dimeşînin. Em bala xwe didin ser wê yekê ku em çawa dikarin zarokên xwe ji bo pêşerojê amade bikin û çawa dikarin kesayetiyek biafirînin. Di vê wateyê de em difikirin ku qanûn tenê têrê nakin. Bernameyên me yên perwerdeyê yên girêdayî gelek qadan wekî huner, siyaset û jiyana xebatê hene.
*Binpêkirinên li ser jinan çi ne?
Di jiyana kar de jin bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû dimînin. Jin di jiyana kar de ne xwedî ewlekariya civakî ne, wekheviya mûçeyan nîn e. Em hewl didin ku ji pirsgirêkê re çareseriyekê bibînin. Her wiha em nîqaşan li ser rakirina her cure cudakariya li dijî koçberiya neqanûnî dikin. Têkoşîna me dê li ser gelek mijarên wekî pêşketina aborî ya welat, nehiştina gendeliyê, parastina mafên jin û zarokan, zêdekirina hebûna jinan di sendîkayan de bidome.
*Herî dawî hûn 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê çawa dinirxînin? Ji bo jinan çiqas girîng e?
8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê encama berxwedaneke dîrokî ye. Têkoşîna îro ewqas hêsan nebû. Gelek jinên ku ji bo mafên xwe têdikoşiyan ji bo vê yekê canê xwe feda kirin. Jin li dijî metîngerî û koletiyê berxwedaneke dîrokî nîşan didin. Ji bo pêşxistina statûya jinê rêyeke dûr û dirêj heye. Lewma divê hemû jinên cîhanê ji bo mafên xwe bibin yek û daxwazên xwe parve bikin. Rêya wekheviyê ne tijî gulan e. Ji ber vê yekê rêya me zehmet e, lê ger em weke jin li hemû parzemînan bi hev re tevbigerin û hevgirtina jinan zêde bikin, em dikarin jiyana ku em dixwazin pêk bînin.