Jinên Lîbyayî dixwazin mafên wan bên parastin
Jinên Lîbyayî yên ku tevlîbûna wan ya jiyana civakî tên astengkirin, dixwazin li dijî binpêkirinên mafan ên ku rû bi rû dimînin, ji bo guhertinên nû yên qanûnî têkoşîn bê domandin.
İBTİSAM AXFİR
Bingazî – Jinên Lîbyayî yên ku li dijî qalibên zayendî yên civakê têdikoşin, ji bo li gelek qadên jiyanê hin zêdetir deskeftî bi dest bixin hewl didin. Em weke ajans bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê çûn Başûr, Rojhilat û Rojavayê Lîbyayê û mîkrofona xwe dirêjî jinan kir.
'Mafê jinan a rêwîtî û karkirinê tê astengkirin'
Çalakvana sivîl a ji bajarê Tobrûkê Maatî Abdullah Majeed, diyar kir ku jin hêj ji bo bidestxistina gelek serkeftinan têdikoşin. Maatî Abdullah Majeed, da zanîn ku jin di jiyana civakî de bi gelek zehmetiyan re rû bi rû dimînin û wiha got: “Jinên ku mafên wan ên rêwîtî û xebatê tên astengkirin, tevlîbûna wan ya xebatên civakî jî tên astengkirin. Rola jinê ya di civakê de wek xwedîkirina zarokan û karê malê tê têgihiştin. Dive em li dijî van hemû nêzîkatiyan têkoşîna xwe bidomînin.”
'Jin xwedî hêza derbaskirina hemû zehmetiyan in’
Aktîvîsta sivîl Najat Jumaa ya ji bajarê Traghen a li başûrê Lîbyayê cih digre ye, diyar kir ku jinan di salên dawî de li seranserê cîhanê ji gelek serkeftinan re îmze avêtin. Najat Jumaa wiha got: “Jin di warê aborî, tenduristî, siyasî, leşkerî û gelek qadên din de cih digrin. Jinên Lîbyayî ji her cure piştgirî bêpar in, lê ger piştgirî kirin xwedî hêza derbaskirina hemû zehmetiyan in.”
'Em ji bo guhertinên qanûnî dixebitin'
Berdevka Fermî ya Meclisa Jinan a Libyayê ya ji bajarê Trablusê li rojavayê Lîbyayê Lamîa Al-Zalitanî jî diyar kir ku divê ji jinan re der barê mafên wan perwerde bê dayîn û xwebaweriya wan bê zêdekirin. Lamîa Al-Zalitanî diyar kir ku di gelek mijarên weke tevlîbûna jinan di pêşketina domdar de hîn kêmasî hene û wiha axivî: “Gelek sektor ji aliyê mêran ve tên birêvebirin û ez bawer dikim ku ger jin ber bi van qadan ve bên arastekirin, dê serkeftinên girîng bi dest bixin. Konseya Navneteweyî ya Jinan ji bo guhertinên qanûnî dixebitin. Mijarên ku jin wek qanûnî rastî binpêkirinên mafan tên hene.”