Li Îranê êrîşên li ser xwendekarên keç berdewam dikin

Êrîşên gaza kîmyewî yên li dijî xwendekarên jin li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê hatin protestokirin.

Navenda Nûçeyan – Êrîşên li ser xwendekarên keç ên ku pêşengiya serhildana Îranê û Rojhilatê Kurdistanê dikin, her ku diçe zêde dibin. Heta niha li sedan dibistanan zêdetirî 5 hezar xwendekarên keç ji ber gazên ku hatine bikaranîn jehrî bûne û ji wan xwendekarên jehrî bûne 4 kes mirine.

Li dijî êrîşên bi gaza jehrî protesto kirin

Duh li Îran û Rojhilatê Kurdistanê li ser kêmî 50 dibistanên keçan êrîş li gelek xwendekaran hat kirin. Xwendekarên jehrî bûn rakirin nexweşxaneyan. Li dijî êrîşên gazên jehrî duh li dehan bajaran xwendekar û malbatên wan daketin qadan. Hêzên rejîmê êrîşî xwepêşandanan kir.

Di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de, tê payîn ku li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê çalakiyên protestoyî zêde bibin.