Serhildana li Îran û Rojhilat di roja 114’emîn de ye

Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya piştî qetilkirina Jîna Emînî li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dest pê kir, di roja xwe ya 114’emîn de didome. Gelek lîstikvan û nivîskarên jin bertek nîşanî darvekirina 2 çalakvanan dan.

Navenda Nûçeyan- Serhildana şoreşgerî ya gelên Îranê ku piştî qetilkirina Jîna Emînî ya 22 salî li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dest pê kir, di roja xwe ya 114’emîn de didome. Gelek lîstikvan û nivîskarên jin û Komeleya Xwendekarên Pêşverû bertek nîşanî darvekirina 2 çalakvanan a li aliyê Hikûmeta Komara Îslamî ya Îranê ve dan. Welatiya Karajê Forough Jamalpoûr mehkûmê 5 sal cezayê girtîgehê hat kirin. Mamoste Aatke Rajabî der barê rewşa xwe ya tenduristiyê de vîdyoyek parve kir û her wiha Mojgan Îlanlo piştî şikestina lingê xwe sewqî nexweşxaneyê hat kirin.

Lîstikvan û nivîskarên jin bertek nîşanî darvekirina du ciwanên çalakvan dan

Duh 7’ê Çileyê du hemwelatiyên çalakvan ên bi navê Mohammad Mehdî Karimî û Seyed Mohammad Hosseinî, ji aliyê rejîma Îslamî ya Îranê ve hatin darvekirin û ev yek di nav lîstikvan, nivîskar û werzişvanên jin de bû sedema nerazîbûneke mezin.

Sahar Dolatshahî û derhênara wêneyan a navdar a Îranê Hanieh Tavassolî wêneyekî hevoka Mihemed Mehdî Keremî belav kir tê de dibêje: “Tiştekî ji dayika min re nebêjin.”

Nivîskar Parastoo Sarmedî jî di parvekirina xwe ya li ser rûpela xwe ya înstegramê de wiha nivîsand: “Piştî bihîstina darvekirina van her du xortan, organên min hê jî dixebitin, ne ewqas jî xirab im. Rojek piştî bihîstina darvekirin û mirina mirovan, ez ê çaya xwe vexwim lê dê çay di bedena min de derfeta gerê nebîne.”

Welatiya Karajê Forough Jamalpoûr mehkûmê 5 sal cezayê girtîgehê hat kirin

Li gorî Komîteya Şopandina Rewşa Girtiyan, welatiya bajarê Karajê ya bi navê Forough (Fatemeh) Jamalpoûr ya 37 salî ku di dema serhildana gel a Jin, Jiyan, Azadî de hatibû girtin, mehkûmê 5 sal cezayê girtîgehê û 2 sal sirgûnê hat kirin. Forough Jamalpoûr niha jî di greva birçîbûnê de ye.

Forough Jamalpoûr di serhildana şoreşgerî ya Karajê ya 26’ê Cotmahê 2022’ân de hat girtin û ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya Karajê ve bi sûcê “protestokirina lidarî” mehkûmê 5 sal cezayê girtîgehê û 2 sal sirgûnê hat kirin.

Forough Jamalpoûr yekane kes e ku li dayik û du zarokên xwe dinêre, di nava 15 jinên ku ji bo şermezarkirina nediyarbûnê, cezayên giran û nebûna tenduristiyê ya girtiyên li Girtîgeha Karajê dest bi greva birçîbûnê kirine de cih digre.

Mamoste Aatke Rajabi: Min tenê ji bo azadiyê dirûşm berz kir

Mamosteyek xwepêşandanê Aatke Recebî ya gelê Meşhedê ku di xwepêşandanên seransere Îranê de hatibû girtin û ji karê xwe hatibû dûrxistin, bi vîdyoyek ragihand ku tendurustiya wê ya giştî nebaş e. Di vîdyoyek de der barê aştî û mafên xwepêşandanê de wiha dibêje: “Ez xwepêşandarek im, destên min vala ne. Min ne êrişî kesî kiriye û ne jî zirarê daye tiştekî. Min tenê li kolanan ji bo azadiyê dirûşm berz kir. Ez ji bo tiştên di aqilê min de derbas dibin bê tirs dibêjim û tenê ji bo azadiya xwe ya ramanê xwepêşandana nerazîbûnê pêk anî.”

Der barê îhîtmala kuştinê ya li ser jiyana xwe, tenduristiya xwe û nebûna niyeta wê ya întiharê kirine de jî wiha got: "Tenduristiya min nebaş e. Nexweşiya min a cuda nîn e, hezkirina min ji bilindahiyê xwe avêtin nîn e û min li kolanan bi destên xwe yên tazî û bi aqilê xwe yê bêkemasî protesto kir."

Mojgan Îlanlo piştî şikestina lingê xwe rakirin nexweşxaneyê

Derhênera belgefîlman Mojgan Îlanlo ku di dema serhildana şoreşgerî de hatibû girtin, duh rakirin nexweşxaneyê. Mojgan Îlanlo ku zêdetirî 80 roj in di Girtîgeha Êvînê de girtî ye, dema bûyerek li beşa jinan a Girtîgeha Evînê lingê xwe şikest û rayedarên girtîgehê tevî êşên wê yên giran jî heta duh danê nîvroyê rakirina wê ya nexweşxaneyê red kirin.

Raporên belavbûyî destnîşan dikin ku piştî rakirina nexweşxanê ya Mojgan, test ji bo lingê Mojgan Îlanlo hatiye kirin û tesbît bûye ku seriya çoka wê zirar dîtiye û bi awayekî lezgîn ji nexweşxaneyê ji bo girtîgeha Êvînê hatiye vegerandin.

Tê diyarkirin ku Mojgan Îlanlo di 18’ê Cotmehê de ji aliyê Îstîxbarata Muhafizên Şoreşger ve hatiyê girtin. Mojgan di binçavan de 40 rojan di hucreya yek kesî de hat girtin. Tevî ku ji bo berdana wê ya demkî kefalet hatibû diyarkirin jî rayedarên ewlehiyê li dijî berdana wê derketin.