Ji bo Emîne Şenyaşar ‘Xelata Edaletê’

Baroya Qersê Xelata Edaletê ya 2022'an da Emîne Şenyaşar a 669 roj in li ber Edliyeya Rihayê ji bo edaletê têdikoşe.

Riha- Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsa Rihayê hevjîn û du lawên wê ji aliyê xizm û parastvanên wekîlê AKP’î Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin û lawê wê Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bû, li ber Edliyeya Rihayê di roja xwe ya 669’an de ye.

Malbat, di saetên serê sibehê de ji Pirsûsê hate ber deriyê Edliyeya Rihayê. Piştre jî Serokê Baroya Qersê Fettah Çapkurt û endamên Lijneya Rêveber çûn serdana malbatê. Her wiha Serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel, Hevserokê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) a Rihayê Halîl Oyke û gelek parêzerên din jî tevli serdana şandeyê bûn. 

Serokê Baroya Qersê Fettah Çapkurt da zanîn ku ji bo piştevaniya bi têkoşîna edaletê ya Malbata Şenyaşar re hatine serdanê. Çapkurt, bi domdarî diyar kir ku weke Baroya Qersê di 2’yê çileya 2023’yan de biryar dan ku Xelata Edaletê ya sala 2022’yan bidin malbata Şenyaşar. Di berdewamiyê de Çapkurt gotinên serokomar Tayyîp Erdogan ku digot; “Dewleteke ku edaletê pêk neynê mîna avahiyekî rizî neçarî hilweşînê ye” bi bîr xist û wiha got: “Ev gotin, tesbîteke rast e. Têkoşîna edaletê ya Malbata Şenyaşar ne hewldan an jî gaveke ji bo hilweşandina avahiya rizî ye, ji bo xurtkirina wê ye. Em ê her dem bi malbatê re bin û heta dawiyê piştgiriyê bidin têkoşîna edaletê ya dayika Emîne.” 

Piştî axaftinê, Çapkurt plaketa Xelata Edaletê û peykerê Themîs ku sembola edaletê ye diyarî Emîne Şenyaşar kir. Dayika Emîne Şenyaşar jî ji bo piştevaniyê spasiya beşdaran kir û xwest ku kujer bên darizandin. 

Em ê tu carî dayika Emîne bi tenê nehêlin’ 

Piştre jî Serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel axivî û ev tişt anî ziman: “Ez spasiyên xwe pêşkeşî dayika Emîne dikim ku bûye sembola lêgerîna edaletê. Her wiha spasiya hemû rêxistinên civaka sivîl, partiyên siyasî û Serokê Baroya Qersê û endamên Lijneya Rêveber dikim ku tu carî dayika Emîne bi tenê nehiştin. Em ê tu carî dayika Emîne bi tenê nehêlin.” 

Serokê Baroya Qersê û endamên Lijneya Rêveber heta demek bi malbatê re rûniştin û piştre çûn.