Li Îranê dû ciwan hatin darvekirin

Bi hinceta ku beşdarî serhildanên li Îranê berdewam dikin bûne, du kesên bi navê Mohammad Mehdî Karimî û Seyed Mohammad Hosseinî hatibûn girtin û cezayê darvekirinê li wan hatibû birîn hat hînbûn ku her du ciwan hatine darvekirin.

Navenda Nûçeyan- Li Îranê bi qetilkirina Jîna Emînî re di 16’ê Îlona 2022’an de heta niha bi pêşengiya jinan serhildana ku dest pê kiribû berdewam dike. Li hemberî kesên ku beşdarî serhildanê bûne hikumeta Îranê zext û komkujiyên xwe her roj zêdetir dike.

Bi hinceta ku beşdarî serhildanan bûne Mohammad Mehdî Karimî û Seyed Mohammad Hosseinî yên hatibûn girtin û rastî îşkenceyê hatin, vê sibehê hat eşkerekirin ku hatine darvekirin. Bi vî yekê re di pêvajoya serhildanên li îranê de hejmara kesên ku hatin darvekirin bû 4.

Bûyera darvekirinê bi riya telegramê ragihandin

Piştî ku biryara cezayê darvekirinê der barê jinên ku li girtîgeha Karajê tên girtin hat girtin, wan li dijî cezayê darvekirinê dest bi greva birçîbûnê kiribûn û 14 roj in berdewam dikin. Dîrektorê dadgeha bilind a têkiliyên gel Amir Hashemî darvekirina Karimî û Hosseinî li ser hesabê telegrama ajansa nûçeyan a dadgeha bilind ragihand.