‘Sakîne Cansiz mîrateyek ji têkoşîn û berxwedanê li pey xwe hîşt’
Endama Meclisa Jinan y PYD`ê Sara Xelîl têkoşerên komkujiya Parîsê bi bîr anî û got: "Pratîka felsefeya "Jin, Jiyan, Azadî" ku hemû jinên cîhanê xwe dispêrin bi têkoşer Sakîne re dest pê kir. Em ê xwedî li vê têkoşînê derkevin."

BERÇEM CÛDÎ
Kobanê – Di 9`ê Çileya 2013`an de li Buroya Enformasyona Kurdistanê ya paytexta Fransa Parîsê sê jinên Kurd, pêşenga Tevgera Azadiya Jinan Sakîne Cansiz, nûnera KNK`ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şeylemaz ji aliyê sûxurê dewleta tirk Omer Guney ve hatin qetilkirin. Di roja 23`ê Kanûna 2023`an, careke din li Parîsê jina Kurd Evîn Goyî, hunermend Mîr Perwer û welatparêz Abdurehman Kizil hatin qetilkirin.
Têkildarî 10`emîn salvegera yekem komkujiya Parîsê, Endama Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Sara Xelîl herdu komkujî nirxand.
‘Sakîne Cansiz çavkaniya têkoşîn û hêzê bû’
Sara Xelîl di destpêka axaftina xwe de behsa têkoşîna Sakîne Cansiz kir û wiha got: "Têkoşer Sakîne yekemîn jin e ku cihê xwe di nava Tevgera Azadiyê de girt. Kesayeteke têgihîştî û zana bû, di warê dîrokî, felsefî û têkoşîna jin de xwedî rol û pêşengiyeke bê dawî bû. Ev yek bi tevahî jinan re parve dikir û ji bo pêşxistina wê xebatên bê navber dimeşand. Hevala Sakîna ji Dêrsimê bû, weke tê zanîn jî ku ev bajar di gelek komkujiyan re derbas bû. Her wiha rastî gelek êrîşên pişaftin û qirkirinê hatin, şehîd Sakîne jî di nava rewşeke wiha de xwe bi bîrdoziya Rêber Apo pêçand û riya azadiya hilbijart. Dewleta tirk ji roja destpêkê û heta roja şehadeta wê, her dem li pey hevala Sakîne bû. Herî dawî jî hersê têkoşeran Sakîne Cansiz, Leyla Şeylemaz û Fîdan Dogan xebateke hevbeş bi hev re li paytexta Fransa, Parîsê didan meşandin. Dixwestin ku bîrdoziya Rêber Apo û felsefeya jin azad bi gelê Kurd û kesên azadîxwaz re parve bikin. Dewleta tirk di vir de netehmûlkirina xwe ya li hember vê yekê nîşan da û di welatekî weke Firansa de ku xwe demokrat nîşan dide, komkujiyeke li hember hersê hevalên me pêk anîn."
"Di komkujiyên Parîsê de hevkarên dewleta tirk hene"
Sara Xelîl di domandina axaftina xwe de bal kişand ser duyem komkujiya Parîsê û got: "10 sal li ser vê komkujiyê re borîn, lê heta niha jî kûjer nehatine naskirin ango bi rengekî fermî nehatin darizandin. Di demeke ku kêm mabû kûjer hurgûliyên komkujiyê eşkere bike, ew kes di girtîgehê de hat qetilkirin. Ev yek teqez dike ku ji bilî dewleta tirk gelek aliyên hevkar hene ku nexwestin sûcên wan eşekere bibe û doz were girtin. Jixwe doz hat girtin û piştî wê bûyerê êdî komkujî ji aliyê hikûmeta Fransayê ve hat jibîrkirin. Di encama vê bêdengiyê de, di 23`ê Kanûna 2023`an de komkujiyeke din li Parîsê pêk hat. Heta cihê ku komkujî tê de çêbû, gelek balkêş bû. Di navenda Çand û Hunera Kurdî ya bi navê hunermendê Kurd Ahmed Kaya ku ew jî ji aliyê dewleta tirk ve hatbû surgûnkirin de, pêk hat. Evîn Goyî ku salên dirêj cihê xwe di nava qadên têkoşînê de girt, yek ji şopînerên Sakîne Cansiz bû. Her wiha hunermend Mîr û welatparêzê din jî, ji aliyê dewleta tirk ve hatibûn sorgûn kirin."
‘Em ê sedsala 21`emîn bi azadiya jinan tacîdar bikin’
Sara Xelîl êrîşên dewleta tirk yên li hember jinan wiha nirxand: "Ji dema avakirina komara Tirkiyê û heta vê rojê, gelê Kurd bi êrîşên qirkirinê re rû bi rû ne. Tirkiyê tê naskirin ku dewleteke xwînmij, talanker û qirker e, xwe li ser hebûna gelan û bi taybet jî yê Kurd mayînde dike. Ji ber vê bi dehan komkujiyên ku ji aliyê dewleta tirk ve li hember Kurdan pêk hatin, hene. Komkujiya Parîsê ku di 9`ê Çileya 2013`an de pêk hat, di heman çarçoveyê de bû. Pilan û êrîşên dewleta tirk hemû weke zîncirekê bi hev de girêdayî ne. Mirov dikare gelek mînakan di vî warî de rêz bike. Fatme, Pakîze û Sêvê li Silopya, her wisa komkujiya Helincê ku 3 pêşengan jiyana xwe ji dest dan. Jinên di vê astê de ku ji bo jinan û civakê pêşengî dikirin her tim dibin armanca dewleta tirk. Bi salane em weke jin xwe li ser bingehê mîrateya Sakîne Cansiz û têkoşerên weke wê birêxistin dikin û mezin dibin. Heger îroj silogana "Jin, jiyan, azadî" bûye cîhanî, ev yek xwe dispêre têkoşîna Sakîne Cansiz. Ji ber vê em hemû jin deyndarên keda wê ne û divê ku em xwedî lê derkevin. Em bi vê sozê têbikoşin û sedsala 21`emîn bi azadiya jin tacîdar bikin.”
‘Şerma mezin a Fransayê’
Endama Meclisa Jinan a PYD`ê Sara Xelîl axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: "Çawa ku komkujiya Parîsê dubare bû, em dibînin ku helwest û bêdengiya li hember vê bûyerê jî xwe dubare dike. Tevî ku bi rojan in gelê Kurd û dostên wan li ser piyan in, lê di derbarê vê komkujiyê de me tu encam negirt. Hikûmeta Firansa, raya giştî û rêxistinên mafên mirovan bê dengin. Ji ber vê banga me ewe ku li hember vê bûyerê bibin xwedî tevger, ji ber ku tiştekî ne normal e careke din di hundir Parîsê de 3 kes werin qetilkirin. Ev yek ji bo Fransayê şermeke mezin e."