Serhildana li Îran û Rojhilat di roja 112’emîn de ye
Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya piştî qetilkirina Jîna Emînî li seranserê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dest pê kir, tevî hemû hewldanên ji bo tepisandina serhildanê jî di roja xwe ya 112’emîn de didome.

Navenda Nûçeyan- Serhildana şoreşgerî ya gelên Îranê ku piştî qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî li Rojhilatê Kurdistanê dest pê kir, di roja xwe ya 112’emîn de didome. Hikûmeta Komara Îslamî ya Îranê ji bo tepisandina serhildana ku li seranserê welat belav bûye, serî li her cure êrişan dide lê xwepêşandêr li dijî wan zextên rejîmê jî berxwedana xwe didomînin.
Malbata 15 girtiyên siyasî çalakiya rûniştinê li dar xist
Duh, 15 malbatên girtiyên serhildana “Jin, Jiyan,Azadî”, ji bo şopandina rewşa zarokên xwe di greva birçîbûnê de li ber girtîgeha Kachuî ya bajarê Karajê kom bûn.
Tê diyarkirin ku di van çend rojên dawî de hejmarek girtiyên bi navê Elham Mosleh Heyderzadeh, Nîlûfer Shakerî, Marzieh Mîrghasemî, Shahrzad Derakhshan, Fatemeh Nazarînejad, Hamîdeh Zareî, Armîta Abbasî jî di nav de ne, ji bo şermezarkirina berdewamkirina rewşa girtin û diyarnebûn û lêpirsînkirina dozan û nebûna lêpirsîna dozan, dest bi greva birçîbûnê kirin.
Ji ber hilgirtina pankarta Jîna Emînî 6 sal cezayê girtîgehê girt
Rozhîn Yousefzadeh a ji Mehabadê bi sûcê "li dijî ewlehiya neteweyî civîn û lihevkirina veşartî" 5 sal û bi sûcê "li dijî rejîmê propaganda" mehkûmê salek cezayê girtîgehê hat kirin. Parêzerê welatiya Mehabadê Rozhîn Yousefzadeh, Mihemed Javan ragihand ku muwekîla wî bi sûcê "li dijî ewlehiya neteweyî civîn û lihevkirina veşartî" 5 sal û bi sûcê " li dijî rejîmê propaganda" bi giştî mehkûmê salek cezayê girtîgehê hatiye kirin.
Li gorî qanûnên Îranê ger ceza di qonaxa temyîzê de bê erêkirin dê ji bo Rozhîn Yousefzadeh 5 sal cezayê girtîgehê bê dayîn.
Tê diyarkirin ku Rozhîn Yousefzadeh ya ji Mehabadê ji ber rojek piştî, 18’ê Îlona sala 2022’an ku Jîna Emînî ji aliyê Hêzên Ewlehiyê yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatibû qetilkirin, li ser cadeya Valî-Esr a Tehranê pankarta ku navê Jîna li ser heye, hilgirtiye hatiye girtin.
Leyla Huseyînzade rastî îşkenceyê hat
Birayê Leyla Huseyînzade Abolfazl Huseyînzade destnîşan kir ku xwişka wî ji bilî lêdanê rastî heqaretê hatiye û dixwazin wê bişînin cem Karçaka ku li Tahranê ji ber greva birçûnê gef lê xwariye û ew şandine beşa jinan a Girtîgeha Êvînê. Birayê Leyla Huseyînzade, Abolfazl Huseynzade, di 16’emîn roja greva birçîbûnê de, raporek li ser rewşa fizîkî ya Leylayê weşand.
Abolfazl Huseynzade di parvekirina xwe ya li ser Instagramê de bal kişand ser tofana medyayê ya şeva borî ji bo piştgiriya Leyla û wiha got: “Nêzî nîvê şevê memûr ketin girtîgehê û ji Leyla re ragihandin ku ew ji bo sewqkirinê amade be. Li beranberî wê Leyla dibeje ku ya hûn ê min serbest berdin yan jî ez naçim tu deverê. Pişti vê helwestê memûren girtîgehê li Leyla dane bi erdê ve kaş kirine û ji girtîgeha Adelbadê derxistine derve.
Abolfazl Huseynzade wiha berdewam kir: “Rewşa Leylayê qet nebaş e û divê demildest rakin nexweşxaneyê.”
Leyla Huseyinzade tevî nexweşiya xwe ya giran û pêwîstiya xwe ya bi dermanên giran jî 16 roj in di greva birçîbûnê de ye. Leyla Huseyînzade li Tahranê li ber deriyê mala xwe bi lêdanê hat girtin. Çavkaniyên mafên mirovan ragihandin ku di dema lêpirsîna dozgeriya Tahranê de, ji ber meşandina lêpirsînê ji wê re ji saetek heta 7 rojan cezayê girtîgehê hatiye birîn û piştî 24 demjimêran sewqî Îdareya Enformanyona Şîrazê ya wek hejmara 100 tê naskirin, hatiye kirin.
Çalakvana civaka sivîl Faezeh Abdîpoûr bi kefalet hat berdan
Duh xwişka çalakavana civaka sivîl û Derwêşa Gonabadî Faezeh Abdîpoûr, li ser hesabê xwe ya Twîterê ragihand ku xwişka wê ji Girtîgeha Navendî ya Gorganê (Amirabad), bi kefaleta 300 milyon Tûmenî bi awayekî demkî hat berdan.
Faezeh Abdîpoûr 22'ê Mijdarê di xwepêşandanek gel a li bajarê Gorganê hat binçavkirin û ji wê demê heta niha li Girtîgeha Navendî ya Gorganê tê girtin. Tê diyar kirin ku Faezeh Abdîpoûr beriya niha jî hatiye girtin û ji bo çalakiyên sivîl ji bo lêpirsinê hatiye gazîkirin.