Ji bo Evîn Goyî li Qendil merasîmek bi heybet

Cenazeyê endama Konseya Rêveber a KCK'ê Emîne Kara ku li Parîsê di encama êrîşeke çekdarî de hatibû qetilkirin, merasîma ku li Qendil hatî li darxistin bi sedan kes bejdar bûn û li Şehîdgeha Mehmet Karasûngûr a li Qendîlê sipartin axê.

Navenda Nûçeyan - Cenazeyê endama Konseya Rêveber a KCK'ê Emîne Kara (Evîn Goyî) ku li Parîsê di encama êrîşeke çekdarî de hatibû qetilkirin ber bi Şehîdgeha Mehmet Karasûngûr a li Qendîlê hate oxirkirin û li wir bi merasîmek bi heybet sipasrtin axê.

Cenazeyê Evîn Goyî ji Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyeyê hate wergirtin û birin Mizgefta Ehmed Hecî Elî. Li wir piştî rê û resmên dinî hat pêkanîn, Piştre jî ber bi Şehîdgeha Qendîlê ve hate şandin. Cenazeyê Goyî bi konvoyeke ji sedan wesayitî birin Şehîdgeha Mehmet Karasûngûr a li Qendîlê. Li Şehîdgehê merasîmeke bi heybet hate lidarxistin. Bi sedan kes tevlî merasîmê bûn. Cenaze  li Şehîdgeha Mehmet Karasûngûr piştî merasîma bi heybet sipartin axê.