‘Di sala 2023’yan de weke jinên ciwan em ê têkoşînê mezin bikin’

Jinên ciwan diyar kirin ku di sala 2023’yan de dê li dijî polîtîkayên zextê û şerê taybet li her derê têbikoşin, bi gotinên “Em ji bo jinên têkoşer deyndar in” dan zanîn ku ew ê polîtîkayên mêtinkar nepejirînin.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed – Li zanîngeh, mal, kolanan û li her derê, li dijî jinan polîtîkayên zext û bêdengkirinê her diçe zêdetir dibin. Li welat di sala 2022’yan de 348 jin hatin qetilkirin. Jin vê yekê wekî qirkirin dibînin û diyar dikin ku ji ber zextan nikarin bêhnê bigrin, bi zextan hewl didin dengê jinan qut bikin lê jin dibêjin; “2023 dê bibe sala jinan.”

‘Divê li dijî pergala mêtinkar em bibin yek’

Xwendekara zanîngehê û endama Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Zehra Tosun, got ku ji dîrokî ve heta niha li dijî zîhniyeta baviksalar tekoşîn domiya ye, di sala 2023’yan de divê ev têkoşîn zêdetir bibe. Zehra Tosun li dijî pergala mêtinkar a ku tê xwestin li ser jinan were domandin banga yekitiyê kir û wiha axivî: “Dema ku li sala 2022’yan dinêrin, dibînin ku li dijî jinan êrîş û bûyerên qetilkirinê çêbûne. Rojane jinek hatiye qetilkirin. Li dijî jinan polîtîkayên şerê taybet tên meşandin.”   

‘Ji bo denge jinan qut bikin her tişt dikin’

Zehra Tosun diyar kir ku li dijî pergala baviksalar divê têkoşîn zêdetir bibe û wiha domand: “Pergal ji bo ku em hem di çalakiyên xwe, hem jî di jiyana xwe de bertekan nîşan nedin çi ji dest tê dike. Me îsal di çalakiyên 25’ê Mijdarê de vê yekê dît. Nehiştin jin daxuyaniyek jî bidin, tehemulê axaftina jinan nakin ji ber ku baş dizanin dê jin civakê azad bikin loma wisa êrîş dikin.”

Li her derê divê tekoşîne hebe’

Zehra Tosun bal kişand ser polîtîkayên şer ên li ser Rojhilata Navîn tên meşandin û axaftina we wiha berdewam kir: “Îro dema ku em li Rojhilata Navîn, li Rojava yan jî Rojhilatê Kurdistanê dinêrin, dibînin ku jinan dest bi şoreşê kirine. Li Bakur jî dê jin dest bi şoreşê bikin. Di sala 2023’yan de jî em ê hêza xwe zêdetir bi kar bînin, xebatên xwe bidomînin. Dewlet hebûna xwe bi polîtîkayên li ser malbatan didomîne. Divê me hem li malên xwe hem jî li zanîngehan bi pêş bixin. Li dijî polîtîkayên şerê taybet em yek bin û haya me ji wan polîtîkayên qirêj hebe. Divê îsal em li her derê têkoşînê mezintir bikin.”

Em deyndarên jinên têkoşer in’

Endama Meclisa Ciwanan Şîlan Tarlak jî bertek nîşanî polîtîkayên mêr-dewletê da û wiha got: “Em bi hêrs ketin sala 2023’yan. Ji dîrokê ve heta niha polîtîkayên dewletê yên dijber hene. Polîtîkayên şerê taybet jî yek ji wan polîtîkayan e. Li dijî van polîtîkayan em bi bertek in hem jî dizanin çi ne. Me bi ruhê jinên berxwedêr dest bi vê salê kir. Em deyndarên jinên têkoşer in. Hemû polîtîkayên dewletê qirêj û nemerd in. Bi taybetî polîtîkaya mêtinkariyê ya li herêmê pirsgirêkek pir cidî ye. Ev yek zêdetir li ser jinan tê kirin.”

‘Em ê polîtîkayên mêtinker nepejirînin’

Vejîn Bîçer jî bal kişand ku weke jinên ciwan dê di sala nû de parastin û têkoşîna xwe mezintir bikin û wiha axivî: “Di sala 2022’yan de jin rastî her cureyê şîdetê hatin. Ji bo ev yek di sala 2023’yan de dubare nebin, bi taybetî jinên Kurd, em ê bi gavên jixwebawer bi pêş ve biçin û têkoşîna xwe bidomînin. Di vê civaka desthilatdariya mêr de divê jin serî hilde û baş bizanibe xwe biparêze. Em ê jî wek jinên ciwan, li her derê têbikoşin, polîtîkayên mêtinkar tu carî nepejirînin.”