Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ di roja 129’emîn de ye
Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya li seranserê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dest pê kir, tevî hemû zextên Hikûmeta Îranê jî di roja xwe ya 129’emîn de didome.

Navenda Nûçeyan - Serhildanê gelê Rojhilatê Kurdistanê Îranê ku piştî qetilkirina Jîna Emînî dest pê kir, bênavber di 129’emîn de didome. Hikûmeta Komara Îslamî ya Îranê ji bo tepisandina serhildana ku bi pêşengtiya jinan li seranserê welat belav bûye, serî li her cure êrişan dide lê xwepêşandêr li dijî wan zextên rejîmê jî berxwedana xwe didomînin.
Rojnameger Mehrnoosh Zarei Hanzaki hat girtin
Rojnameya Tahranê ya bi navê Mehrnoosh Zareî Hanzakî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve li malê hat girtin û sewqî girtîgeha Êvînê hat kirin. Li gorî agahiyan, biryara girtine ya Mehrnoosh Zareî Hanzakî bêyî danasîna peywendiyên wê yên sazî ji aliyê 33'emîn Serdozgeriya Komarê ya Tahranê ve hatiye dayîn.
Hat ragihandin ku hêzên ewlehiyê dema lêgerîna mala Mehrnoosh Zareî Hanzakî hin tiştên wê yên şexsî desteser kirine.
Tê diyar kirin ku Mehrnoosh Zareî Hanzakî beriya niha bi ajansên ÎLNA, Îska, Çelçeragh û Anna re hevkarî kiriye û di warê civakî de raporên cuda belav kiriye.
Rojnameger û nivîskar Saeedeh Shafiee hat girtin
Hevjînê nivîskar û rojnamevan Saeedeh Shafiee, Hesen Homeyoûn, li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku Saeedeh Shafiee ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye girtin. Li gorî pervakirina Hesen Homayoûn, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve di mala xwe ya taybet de hat girtin û ji cihekî nediyar ve hatiye birin. Der barê sedema girtîna wê û cihê hat birin de tu agahî nîne.
Hevjînê Saeedeh Shafiee Hesen Homeyoûn li ser Twitterê, wiha got: “Hevjîna min Saeedeh Shafiee îro li mala xwe ji aliyê hêzên ewlehiyê hat girtin. Ez der barê tenduristiya wê de bi fikar im.”
Saeedeh Shafiee rojnamevan û nivîskar e.
Elham Modarresî bi kefaletê hat berdan
Wênesaza Sanehî û ji bajarê Karajê Elham Modarresî ku ji 22’ê Mijdara 2022’an ve binçavan de tê girtin, piştî 81 rojan binçavan de ma bi awayekî demkî bi kefalet hat berdan. Elham dê di 3’ê Sibatê de bê darizandin.
Elham tevî nexweşiya genetîkî ya kezeb û rûvî, ji bo şermezarkirina nediyarbûna doza xwe de dest bi greva birçîbûnê kir û tenduristiya wê ket metirsiyê.
Tê diyar kirin ku Elham Moderresî di Mijdara 2022’an de ji aliyê hêzên ewlehiyê ve li mala xwe hat girtin û sewqî Girtîgeha Kachuî ya Karajê hat kirin. Îlham di dema binçavkirinê de ji ber îtirafên bi zorê qebûl nekir, rastî îşkenceya fîzîkî û derûnî hat.
Derûnînas Zehra Husnu Abîz bi kefalet hat berdan
Derûnînas Zehra Husnu Abîz ku dema serhildana gel a “Jin, Jiyan, Azadî” hatibû girtin, piştî 2 meh û nîv li girtîgehên Evîn û Karçakê hat girtin, bi kefalet hat berdan.
Tê diyar kirin ku Zehra Husnu Abîz piraniya dema xwe li navenda binçavkirinê ya Wezareta Îtlaatê ya bi navê Qawîşa Evîn a 209’an de derbas kir û der barê sûcên tên sûcdarkirin de tu agahî nehatin bidest xistin.
Konseya Koordînasyona Komeleyên Çandî yên Îranî, derbarê cezayê pere ya 43 mamosteyên sendîkaya bajarên Saneyê de raporek weşand. Li gorî vê raporê, di duh mehên dawî de her yek ji van sendîkavanan 6 milyon Tûmen hatiye birîn û hat ragihandin ku ev pêvajo dê heta dawiya meha Hezîrana sala berdewam bike.
Li gorî daxuyaniya Konseya Koordînasyona Komeleyên Çandî yên Îranî, ji Saqezê Leila Enayatzad, Sheida Shams, Fatemeh Gholamî, Shilan Mohammadzadeh, Marîvan, Jila Rahîmî û Soheila Khaledian a ji bajarê Sanehê e ji ber tevlî çalakiya rûnişte û grevên gel bûne hatin der barê wan de ev biryar hatiye dayîn. Û ev biryara Konseya Ewlekariya Neteweyî ye û divê dezgehên perwerdeyê vê biryarê pêk bînin.
Tê diyar kirin ku pisporê asayîşê yê dezgehê ji hinek ji van sendîkavan re gotiye, ger soz bidin ku beşdarî xwepêşandanên bazirganiyê nebin û poşmanî ya xwe binin li ser ziman, dê cezayên perê piştî meha Hezîranê nayê birîn û dê vegerin li ser rêbazên orijinal yên berê.