Îstîxbarata Îranê gefan li siyasetmedar û rojnamegeran dixwe
Di nav pênç mehên dawî de hikumeta Îranê hovîtiya xwe li ser çalakvanên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê zêde kiriye îstîxbarat Îranê vê care jî gefan li aktîvîst û rojnamegerên ku derweyî welat dijîn û malbata wan dixwe.

MOJDA KIRMANŞANÎ
Navenda Nûçeyan – Piştî qetilkirina Jina Emînî çalakiyên ku li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê despêkiriye pênç meh e bê navber didome. Hikumeta Îranê ji bo serhildanên ku bi pêşengiya jin destpêkir dixwaze bi kuştin, girtin û bi gefan bitepisîne. Îstîxbarata Îranê vê carê jî ji bo piştgirî dane serhildanê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê gefan li siyasetmedar û rojnamegerên ku ji zextê neçar mane welatê xwe biterîkînîn, dixwe.
‘Îstixbara Îranê bi kuştinê gefan malbata min dixwe’
Siyasetmedara ku nexwest navê xwe bide Z.H. destnîşan kir ku îstîxbarata Îranê li malbata wê geriyane û ji wan re gotine ger hun bi me re hevkarîyê nekin em ê we bigirin û wiha gotinê xwe didomand: “Demekî gefan li birayê min xwarin piştra li dayîk û bavê min geriyanê û gefa kuştinê li wan xwarine. Heman şêwazî li min jî kirin û xwestin ku ez bi wan re di nav hevkariyê de bim dema min qebûl nekir vê carê bi riya malbata min gefan li min xwarin.”
‘Zextên hikumeta Îranê li ber têkoşîna me nikare bibe asteng’
Shiva ya ku aktîvîst û rojnamegerek ji Îranê ye û bi salan e li Başûrê Kurdistanê dijî dibêje ku xwişkê wê dema ku tên binçavkirin bi seatan di lêpirsînê de tên hiştin, da zanîn ku îstîxbarata Îranê ji wan agahî û hevkarî xwestiye û wiha pêde çû: “Xwişka min berê çend cara ji aliyê îstîxbaratê hatibû binçavkirin û hinek agahî jê xwestibûn. Lê em hişmendiya rejima Îranê ya paşverû qebûl nakin, gefên wan nikarin têkoşîna me rawestînin. Em li gel wan kesan e ku bi mehan e li ber xwe didin.”
‘Li ser malbata min zextek derûnî ya hişk heye’
Aktîvîsta ku Ii Silemanî dijî û nexwest navê xwe bide K.A. jî diyar kir ku îstîxbarata Îranê gef li wê xwariye û wiha got: “Îstîxbarata Îranê gefan li min û malbata min xwar. Li ser malbata min zextek derûnî pir hişk heye. Lê ez dev ji mafê xwe yê azadiyê bernadim.”
‘Bi riya peran dixwazin kesan bixînin’
Aktîvîsta ku nexwest navê xwe diyar bike destnîşan dike ku hikumeta Îranê dema zextan li ser siyasetmedaran dike bi şêwazên cûda nêz dibe ji bo ku bigihêjin armanca xwe dest davêjin malbat, xizm û hevalên kesên siyasetmedar, bal lê kişand ku piranî xwe nêzî kesên ku xizan û milê aborî de rewşa wan ne baş dikin û bi rêya pere hewl didin wan bixapînin û wiha gotinê xwe bi dawî dike: “Zextê li ser siyasetmedarên derveyî welat ew 43 sal in berdevam dike lê piştî qetilkirina Jina Emînî serhildanên ku li Kurdîstanê Rojhilat, Belucîstanê û Îranê destpê kir ev zext û hovîtî zêdetir bû. Ji me zêdetir malbatê me dibin zextê de ye.”