Roja 686’emîn: Divê qêrînên dayikê yên ji bo edaletê were bihîstin
Malbata Şenyaşar ev 686 roje ji bo edalet pêkwere bang dike ku rayedar dengê wa bibihîse.

Riha - Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsa Rihayê hevjîn û du lawên wê ji aliyê xizm û parastvanên wekîlê AKP’î Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin û lawê wê Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bû, di roja 686’an de didome.
Malbat di serê sibehê de ji mala xwe ya li navçeya Pirsûsê hat ber Edliyeya Rihayê û dest bi nobeta xwe kir.
‘Divê ev bê edaletî ji holê were rakirin’
Ferit Şenyaşar deiyar kir ku ev 4 sal e bê edaletî û bê qanûnîiyê jiyan dikin û wiha got: “Li vî welatî Wezîrekî Dadê heye. Em ji vir bang li Wezîrê Dadê dikin; vê bêhiqûqî û bêedaletiyê ne tenê Riha hemû Tirkiye dizane. Ne qanûnên heyî fermana serdestan pêk tê. Divê demildest ji Desteya Dadger û Dozgeran (HSK) mufetîş bên vir. Divê bêhiqûqiya li vir bişopînin. Divê qêrîna edaletê ya vê dayika ku du zarokên xwe û hevjînê xwe winda kirin û kurekî wê jî neheqî li girtîgehê ye bê bihîstin. Divê ev bê edaletî ji holê bê rakirin.”
‘4 sal in em li benda edaletê ne’
Malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal hesabên Wezareta Dadê ya Tirkiyê, Walitiya Rihayê û HSK’ê etîket kir û ev parve kirine kir: “Em 4 sal in li benda edaletê ne. Em 686 roj in nobeta edaletê digirin. Daraz parastina kiryarên sûcên li dijî mirovahiyê pêkanîne, berdewam dike. Ji ber ku yek ji aliyên dozê ji AKP’ê ye.”